Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina 790’emîn serlêdan kirin 2018-09-25 11:39:25   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 790’emîn serî li serdozgeriyê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Serbay Koklu, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 790’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.     Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ serlêdanên parêzeran red dike.