Qedexeya derketina derve ya 8 gundên Hawêl bi dawî bû 2018-09-25 09:43:39   SÊRT - Qedexeya derketina derve ya ku walîtiya Sêrtê bi sedema li herêmê operasyona eskerî heye li 4 tax û 4 gundên Navçeya Hawêl a Sêrtê îlan kiribû, bi dawî bû.    Walîtiya Sêrtê, di 23'ê Îlonê de bi sedema ku li herêmê operasyona eskerî heye li 4 gund û 4 taxên Navçeya Hawelê ya Sêrtê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Qedexeya ku 2 rojan li Gund û taxên Çukurca, Oglakli, Meşelik, Ardiçdali, Bahçelî, Korucu, Aydınlar, û Çamtaşê pêk hat bi dawî bû. Walitiyê diyar kir ku şevê din saet di 21.30'an de qedexe hatiye rakirin. Walîtiyê diyar kir ku di operasyonê de şer derketiye û îdîa kir ku 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.