Xaçerêyeke talûke! 2018-09-25 09:08:16 ÊLIH - Li Êlihê, li xaçerêya li Bûlwara Omer Muhtar ji ber ronahiyên çûnhatinê tune ne û rayedar ji bo vê tu tevdîr negirtine, dema zarok derbasî wî alî û vî aliyê rê dibin bi rewşên talûke re rû bi rû dimînin.  Li Taxa Şafakê ya Êlihê ji ber li xaçerêya li Bûlwara Omer Muhtarê ronahiyên çûnhatinê tune ne, zarokên biçûk bi rewşên talûke re rû bi rû dimînin. Hema bêje li vê xaçerêyê tim qeza çêdibin û nnemaze jî piştî dibistan dest bi perwerdehiyê kirin, ji ber wesayîtan zarok nikarin derbasî wî alî û vî aliyê rê bibin.    Di dîmeneke ku çend roj berê derket holê de, dema zarok derbasî wî aliyê rê dibin ditengijin. 4 zarokên ku temanê wan di navbera 7-10 salan de, derbasî wî aliyî dibin. Yek ji wan hewl dide derbasî wî aliyê rê bibe, lê belê dema tê orta rê mînîbusek bi lez tê û zaroka keç mecbûr dimîne paş ve vekişe. Zarok qederekê disekin, lê ji ber wesayîtan nikarin derbas bibin. Paşê li nêv kolanê wesayîtek disekine û dixwaze zarok derbas bibin. Dema zarok tên orta rê, vê carê jî ji paş de serwîsa xwendekaran wesayîtê derbas dike. Di wê kêliyê de serwîs hindik maye pêl zarokan bike.