Ji ber SÎHA'yan bi rihetî nikarin biçin ser mehseran! 2018-09-25 09:06:04 AMED – Li gundên Pasûrê gundiyên ku diçin ser mehseran, ji ber SÎHA û ÎHA'yan nerihet in. Gundiyan bilêv kir ku ji ber bombebaranan sê sal in bereketa berhemên wan kêm bûye.  Li gundên Amedê wextê mehseran dest pê kir. Tiriyê tê berhevkirin pê bastêq, dims û benî tên çêkirin. Xwediyên rezan dibêjin berdarî ne li gor dilê wan e. Ji ber barana îsal ku destpêka meha Îlonê bariya, piraniya goşiyên tiriyan şewitîn. Gundiyan destnîşan kir ku di sê salên dawî de bereketa rezan kêm bûye. Gundiyan diyar kir ku sedama vê jî bombebaran e ku nemaze ji 2015'an ve bi awayekî zêde tê kirin.    Li gundê Eskar ê navçeya Pasûr a Amedê gundiyên çûn ser mehseran, ji bo bastêq, dims û beniyan çêbikin zend û bend badan. Piştî tirî tê şûştin, wan dixin telîsan û piştî tê esirandin, şîreya wê diherike hewdikê esarê. Ew şîreya ku dixin sîtilan tê kelandin.    Hewdela ku çêdibe ji bo bastêqê li ser baniyan lis er potikan tê rijandin. Hewdel du sê rojan li ser banî li ber tavê tê sekinandin û paşê ji bo ew potik ji bastêqê bê jêkirin, potik tê şilkirin û jin herkê bi seriyekî potik digirin û dikişînin. Piştî vê bastêq çend rojên din jî li ber tavê tê hiştin û paşê tê qatkirin.    Lê belê di dema mehseran de barê giran ê jina ye. Bi piranî jin tirî berhev dikin, dikişînin û diesirînin û dikin bastêq.    JI BER SÎHA'YAN...   Lê belê li gundên bi qerac, ji ber ku hema bêje rojê 24 saetan Amûrên Hewayê yên Bêmirov û Bêçek (SÎHA) û Amûrên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) digerin gundî bi rihetî nikarin karê xwe bikin û nikarin bi rihetî nikarin biçin ser mehseran.