Wekilê CHP'ê Bîrcan jiyana xwe ji dest da 2018-09-25 08:59:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP'ê yê Edîrneyê Erdin Bircan, ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.  Parlamenterê CHP'ê yê Edîrneyê Erdin Bircan ku xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxalmeyan jiyana xwe ji dest da. Bîrcan ku di 24'ê Heziranê de li Edirneyê hat hilbijartin, dema ji bo xebatên partiyê çû Îdirê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Bîrcan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Erdin Bircan, di sala 1959'an de li Gundê Haskoy ê Navçeya Enezê ji dayik bûbû. Li Lîseya Haskoy a Stenbolê lîse xwendibû û tev li tevgera ciwanan bûbû. Bêtir bi karê bazirganiyê mijûl dibû. 10 salan rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Keşanê kir. Di hilbijartinên 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê ya 2015'an de jî bûbû parlamenterê CHP'ê.