Ji bo karê xwe dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê 2018-09-24 17:18:58   STENBOL - Karker Kenan Gungordu yê ji bo li karê xwe vegere 174 rojin di çalakiya girevê de ye, ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Gungordu ewil karkerê li pêş şaredariya Kadikoyê dest bi çalakiyê kiriye Boran Atici ziyaret kir.    Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungurdu, ku 174 rojin ji bo mafê xwe bistîne di girevê de ye, ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Gungordu, di 3'ê Nîsana 2018'an de ji Şaredariya Zeytînbûrnû hatibû avêtin. Gungordu, bi daxwaza "Ez karê xwe paşve dixwazim" dest bi çalakiya girevê kiribû û 174 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Kenan Gungordu, ji ber şaredariya Zeytinburnu dest bi meşê kir û berê xwe da Enqereyê. Gungordu ewil karkerê li pêş şaredariya Kadikoyê dest bi çalakiyê kiriye Boran Atici ziyaret kir. Gungordu diyar kir ku roja yekemîn e dest bi meşê kiriye û li dijî neheqî û bê hiqûqiyê dimeşe û wiha got: "Ji bo ku em her dem bêjin em li gel ten ne ez hatim min karkerê Şaredariya Kadikoyê Atıci ziyaret kir. Ez dê piştre karkerên Flormarê ziyaret bikim. Ez dê meşa Enqereyê berdewam bikim. Ji bo ked û mafê xwe 174 rojin li ber xwe didim. Şaredariya Zeytûnbûrnu, li gel biryara dadgehê bê hiqûqîyê dike. Têkoşîna min dê bi biryar bidome.