5 kes bi îxbara salek berê hatin binçavkirin 2018-09-24 16:34:56   ENQERE – Li Enqereyê 5 kes li ser ixbarek salek berê hatin binçavkirin.    Li Enqereyê polîsên girêdayî TEM'ê li ser îxbara salek berê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 kes binçavkirin. Parêzerê kesên hatin binçav kirin lêkolîn kir, diyar kir ku 5 kes ji ber îxbara salek berê hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Nebahat Çalpan, Okan Yîgît, Sinan Kiliç, Fatih Kiliç, Kenan Bagli.