Li Çoltara Hawêlê şer û operasyon 2018-09-24 16:11:53   SÊRT - Li çoltara navçeya Hawêlê ya Sêrtê duh piştî li 8 gund û taxan qedexeya derve hat îlankirin, îro operasyona eskerî hat destpêkirin şer derket.    Duh walîtiya Sêrtê, bi sedema ku li herêmê operasyona eskerî heye li 4 gund û 4 taxên Navçeya Hawelê ya Sêrtê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li herêma ku di bin berpirsiyariya Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Hawêl de ye, bi armanca operasyona li dijî rêxistina çekdar li Gund û taxên Çukurca, Oglakli, Meşelik, Ardiçdali, Bahçelî, Korucu, Aydınlar, û Çamtaşê duh qedexeya derketina derve îlan kiribû. Qedexeya derketina derve berdewam dike. Hat zanîn ku piştî qexeyê operasyonê dest pê kiriye û li herêmê şer derketiye. Hat diyar kirin ku li herêma şer lê heye, helîkopter ji hewa de bombe dikin. Operasyona li herêmê didome.