Îbrahîm Ayhan bi 'Şehît namirin' spartin axê 2018-09-24 15:37:19   RIHA  - Bi hezaran kesan cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletêya Sîweregê wergirtin, piştî ji bo helaliyê birin mala lê ji dayik bûye, ji wir jî birin Goristana Nato û bi dirûşmeya "Şehît Namirin" defin kirin.     Bi deh hezaran kesên beşdarî merasima cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan bûn, li warê wî Sîweregê bi dirûşmeya "Şehît namirin" spartin axê. Heyeta HDP'ê piştî duh cenaze ji Hewlerê anîn Şirnexê, serê sibê jî derbasî Rihayê kirin. Girseya mezin ku piranî ji siyasetmedarên kurd pêk tê, piştî cenazeyê Ayhan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê girtin, cenaze ji bo helaliyê birin mala ku Ayhan lê ji dayik bûye. Di merasima cenaze de Hevserokên Giştî yê KCD'ê, Endamên Dîwana KCD'ê, Hevserokên Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temelli, Hevşaredarê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî kiribûn, Ahmet Turk, Hevşaredarê Agiriyê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin Sirri Sakik, parlamenterên HDP'ê, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Endamên TJA, rêveberên HDP'ê yên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed8, Mêrsîn, Edene, Semsûr û navçeyên wan, Nûnerên saziyên civakî, Hunermend Ferhat Tunç û bi hezaran kesên din amade bûn. Girseya beşdarî merasimê bûn bê navber dirûşmeya "Şehit Namirin" berz dikin. Bi hezaran kesên beşdarî merasima cenaze bûn ber bi mala Ayhan lê ji dayik bûye ve dimeşin.    Dema cenaze ji morga nexweşxaneyê gritin Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan axivî  û got: "Êdî mirov nikare li mala xwe xwarin bixwe. Nikare derkeve ber deriyê mala xwe. Serokwezîr û Serokomarekî çawa heye ? Kesên çek nexistine destê xwe dibêje ‘propaganda terorîstan' kiriye. Terora çi? Ma çi kiribû we li girtîgehê da ber agir. We hewl da bişewitînin.  Êdî bes e. Hevjînêmin ji ser vê axê re reviya. Çû rastiyê ji cîhanê re bêje. Em mirovê kûr bû. Ew pirtûk bû. felsefevan bû. Her kesî jê hez dikir. Ma sûcê me çi bû?  Hevjînê min tenê aştî xwest."    Dayika Ayhan Zekiye Ayhan jî got: "Erdogan destê min di qirika te de ye. Erdogan bila dil û kezeba te bişewite. Ez ê îro li ser piyan bim. Îro ji bo Birahîm destê min dê li hewa be. Kurê min ji ber zilma Erdogan çû. Bi şeref û namûsa xwe jiya. Dilê wî ev zilm ranekir. " Di merasimê de wêneyê Ayhan ê mezin rakirin. Welatiyên tev li merasima Ayhan bûn jî wêneyên Ayhan bi singa xwe vekirin. Tevî tedbîrên polîsan ên mezin bi sedan maşîne çûn mala Ayhan û ji wir jî çûn goristana Nato. Dema girse çûn goristanê polîsan destûr neda ku girse biçe goristanê. Lê tevî hemû astengiyan gel çûn goristanê. Girsê piştî karên olî darbesta Ayhan danîn ser milê xwe û meşiyan goristanê.    GELÊ KURD TE JI BÎR NAKE   Li ser gora Ayhan Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, diyar kir ku wan Şoreşger Îbrahim Ayhan oxir kir û wiha got: "Îbrahîm ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya. Em li ser navê gelê kurd spasiya xwe dikin. Gelê kurd dê tu carî te ji bîr neke. Tu dê her dem di dilê gelê kurd de bî."    ‘RÊHEVAL BRAHÎM BILA ÇAVÊ DE LI PAŞ NEMÎNE'    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku Ayhan rastî hemû zilman hatiye û wiha got: "Ayhan li girtîgehê rastî îşkenceyê hat. Dewletê herî dawî ew mecburî sirgûnê kir. Lê wî her dem li dijî zilma ku li ser kurdan rewa dimîne şer kir. Hevalê me tekoşerekî aştî, demokrasî û azadiyê ye. Rêhevalê me Îbrahîm bedelekî giran da. Kedek mezin da têkoşînkê. Lê ji ber zextên dewletê warê xwe terk kir. Ji bo nexweşiyên xwe nekaribû li welat derman bibe. Em dê tekoşina te û doza de bilind bikin û berdewam bikin. Bila çavê te li pişt nemine. Emê li têkoşina te xwedî derkevin."    Biraziya Ayhan Fatoş Ayhan jî diyar kir ku Ayhan melekê başiyê bû û wiha got: "Ayhan her dem li cem kesên rastî zilmê dihat bû. Li pişta bindestan bû. Tu carî ji peywirê nedireviya. Tu li Sûr, Nisêbîn û Pirsûsê siperê canê sivîl bû. Oxirn be lehengê min, oxir be. Silav ji têkoşîna te re. "    Piştî axaftinan cenazeyê Ayhan spartin axê. Girse piştre çû Mala Şînê ya Mizgefta Yenişehirê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Şîna Ayhan dê 3 rojan bidome.