Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê mafê girtiyan binpê dikin 2018-09-24 13:33:59   AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê mafê girtiyên nexweş binpê dikin. Girtiyan bi riya malbatan diyar kirin ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û ava girtîgehê qirêj e û behna laximê jê tê.    Girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya malbatên xwe der barê rewşa girtîgehê de agahî dan. Girtiyan diyar kirin ku rayedar girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û ava girtîgehê qirêj e û nayê vexwairn. Girtiyan anîn ziman ku gelek pirsgirêk hene û mafê wan tê binpêkirin. Girtiyan xwest cemawerî li hemberî van pirsgirên wan hestiyar tev bigerin. Girtiyan da zanîn ku ava girtîgehê qirêj e û bêhna laxime ji avê tê. Girtiyan bilêv kirin ku di odeyên 20 kesan de 32 kes dijîn, radyo û rojnameyan nadin wan. Girtiyan herî dawî destnişan kirin ku ji hemû mafê xwe yê civakî bê par tên hiştin. Daxwazên wan bê bersîv tê hiştin û rayedar lêgerina tazî li ser wan ferz dikin. Girtiyan da zanîn ku zext û tundî li ser wan zêde ye û girtiyeki nexweşê dil hatiye derbkirin.