Girtiyê dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin 2018-09-24 10:12:51   AMED - Li Girtîgeha Tîpa F a Bolu, girtiyê nexweş Rıdvan Taniş ku dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin. Taniş, anî ziman ku salek e diranê wî xwîn dibe her dem tedawiya wî taloq dike. Taniş, destnişan kir ku dixwazin wî bi kelepçe tedawî bikin û ew jî vê yekê taloq dike.    Ridvan Taniş ê bi sucdariya "Endamtiya rêxistinê" û "madeya teqemeniyê li ser xwe girtiye" rastî 25 sal ceza hat û niha li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tevî nexweşiyê girtî ye, nayê dermankirin. Taniş, anî ziman ku di sala 2012'an de di Newroza  Cizîrê de madeya teqemeniyê ku avêtin maşîna polîsan a zirxî xistin situyê wî û wiha got: "Ji bo wê bûyerê gotin 'Kesê çaketê wî sor û şalê wî spî yê bombe avêt maşîna zirxî Rıdvan e û ez di 22'ê Nîsana 2012'an de binçav kirim. Piştî îfadeya min girtin  ez di bin çavan de rastî tundiyê û îşkenceyê hatim. Bêyî delîlan nîşan bidin ez li dadgehê girtim û şandim Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Piştê 10 kesên ku wan nas nakim li dosyaya min zêde kirin. Beriya ku ez bêm girtin di sala 2008’an de nexweş ketim û nexweşiya weremê bi min re çêbû. Di sala 2014’an de ez sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di Hezîrana 2015'an de tevî 17 girtiyên nexweş sewqî Girtîgeha tîpa M a Wanê kirim. Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê rapor nedan tu girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bernedan. Piştre di 11'ê Mijdara 2015'an de ez sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kirim. Piştî ez sewq kirim bi îdîaya  "Endamtiya rêxistinê" û "madeya teqemeniyê li ser xwe girtiye" 25 sal ceza li min birin. Ji ber ku nayêm derman kirin nexweşî li min giran dibe. Min 3 caran nobeta sara derbas kir. Dîsa heyetê rapor neda min.  Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erziromê di 24'ê Adara 2016'an de rapora "Nexweş baş nehatiye dermankirin. Nexweşiya epilepsî ye. Lê di şertê saziya înfazê de dikare tenê bimîne." daye wî. Piştî rapor dan min 2 roj şûnde ez sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kirim. Piştî ez sewqî Bolu kirim ez di odeya yek kesî de dimînim. Salek e diranê min xwîn dibe û êşek mezin dijîm. Li gel vê yekê tedawî nakin. Zorê li min dikin ku bi kelepçeyê tedawî bibim. Lê ji ber ku ez jî vê yekê qebûl nakim min derman nakin. Bi awayekî keyfî min derman nakin. Li vir muameleya keyfî heye. Kengî bixwazin cihê hevalên me diguherînin. Radyoyên wan kom dikin. Hevalên me yên rastî ceza hatin mafê wan ê hewşê ji 3 saetan daxistine 1 saetê. Em ji vê zilm û îşkenceyê re dibêjin bes e." Taniş, xwest her kes li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.