Çanda hezar salan li ser pişta teşiyê dirêse 2018-09-24 09:19:31 WAN - Li Gundê Xumar ê Navçeya Şaxê dayika 58 salî Hubat Boykan, bi tena serê xwe çanda hezaran salan li ser pişta teşiyê dirêse û derbasî pêşerojê dike. Hubat Boykan, bi sebrek mezin hiriyê şeh dike, dirêse û bi tevnê mahfûr, xalîçe û terikan çêdike.  Li gundê Xumarê yê navçeya Şaxê ya Wanê, dayika 58 salî Hubat Boykan bi tena serê xwe çand û kevneşopiya teşiyê zindî dike û wekî mîrateyeka hezar salan derbasî pêşerojê dike. Hubat Boykan, bi tena serê xwe hiriya pez dişo, şeh dike, dirêse û li teşiyê dixe. Boykan, ji bo çand û dîroka hezar salan biparêze, bi sebr û kedek mezin û bi hezkirina xwe hiriyê piştî dişo ta bi ta di nava 2 tuliyên xwe re derbas dike û li ser pişta teşiyê dirêse. Piştî ku hiriyê dike ta û glok, tevna xwe datîne. Piştî ku tevn li dar xist tayê ku kiriye glok li ser pişta tevnê dike mafhûr, merş, xalîçe, heqîb, tûrik, gore, balgî û gelek alav û amûrên malê. Ne tenê hiriya pez, di heman demê de mûyê bizinan jî şeh dike û li ser pişta teşiyê dirêse. Boykan, destnîşan kir ku teşî ji bo wê ne tenê amûra ristinê ye, di heman demê de pira çanda hezar salan e û her tişt di ser pişta wê re derbas dibe.    BERHÊ GORE HIRÎ BÛN, NIHA NAYLON IN   Boykan, da zanîn ku ew havînî pez û bizinan dibirin û piştî hez û mizin birîn, mûyê bizinan û hiriya pez li ser pişta teşiyê dirêse û dike golên ta û mû. Boykan, bilêv kir ku teşiya wan ji darê û tayê wan ji mûyê mihê û bizinê ye û wiha got: "Hêj ez 10 salî bûm, ji dayika xwe fêr bûm. Min qet navber neda vî karî. Me hiriya pez û mûyê bizinan bi teşiyê dikir glok û pê tevna mahfûr, tej, merş, berikan li dar dixist. Bi tayê hirî û mû, me gore, xalîçe, tûr, ferd û gelek alavên malê çêdikir. Dîsa ruyê balgî, lepik û gelek cureyên xemlê me çêdikir. Piştî berhemên fabriqeyan derketin her tişt êdî bûye naylon. Berê gorê hirî bûn, lê niha gore  naylon e. Niha her tişt bûye makîne û çand winda dibe.    MIROV BÛNE BIYANIYÊ KEDA XWE    Boykan, da zanîn ku êdî teknolojiyê û bajarvaniyê mirov ji çand, huner û keda dûr xistiye û wiha got: "Ez li dijî teknolojî û çanda bajarvaniyê ya serfxur bi înat vê çanda teşiyê diparêzin û jîn dikim. Ez tu carî teşiyê ji destê xwe bernadim. Jiyana bajar gelek çanda me tune kir. Êdî mirov bûne bîyaniyên çand û dîroka xwe. Bûne biyaniyên keda xwe. Êdî çanda hirî û mû naecibînin. Berhemên destan dema winda dibin mirov xemgîn dibe."   ÇANDA TEŞÎ ÇANDA KOMÎNÊ YE   Boykan, da zanîn ku çanda teşiyê çanda jiyana komîn û şewirmendiyê ye û wiha got: "Bi xêra teşiyê em hefteyê carekê li hev kom dibin. Jinên ku hunera wan a dengbejiyê hebin distrên. Em bi hevre wextê xweş derbas dikin. Berê li vî gundî jin çavkaniya jiyanê bûn. Her tişt bi destê jinê pêş diket. Em ne mohtacê mêr bûn. Ew mohtacê me bûn."    Boykan, da zanîn ku di salên dawî de ji ber zozan qedexe ne nikarin sewalkariyê bikin û ji ber sewalkarî kêm dibe êdî hiriya pez û mûyê bizinan jî kêm dibe û bi xwe re çanda teşî û tevnê jî winda dike. Boykan, anî ziman ku teşî perçeyekî hebûn û jiyana wan e û zozan jî çavkaniya jiyana wan e. Boykan, bilev kir ku çawa nikarin dest ji teşiyê berdin, nikarin dest ji koçeriyê û zozanan jî berdin û xewst qedexeyên li ser zozanên wan bê rkirin.    MA / Berzan Guneş