ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-24 09:00:06 * Gundê Deywanê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di bin zext û gefên esker û tîmen taybet de dijî. Esker û tîmên taybet ku heta niha gelek caran li gund bi ser malan de girtin û gelek ciwan binçav kirin, gefan li ciwanan dixwin û sîxurî û cerdevanî li wan ferz dikin.  * Li Gundê Xumar ê Navçeya Şaxê dayika 58 salî Hubat Boykan, bi tena serê xwe çanda hezaran salan li ser pişta teşiyê dirêse û derbasî pêşerojê dike. Hubat Boykan, bi sebrek mezin hiriyê şeh dike, dirêse û bi tevnê mahfûr, xalîçe û terikan çêdike.    * Li Navçeya Saruhan a Manîsayê Jinên karker ên çandiniyê ku di nava zeviyan de kar dikin, bi keda zêde û heqê kêm kar dikin. Jinan diyar kirin ku ji hemû mafê xwe yê karkeran dûr in û her tişt zem dibe, lê heqê keda wan zêde nabe. Jinan anîn ziman ku êdî rewşa wan karê nanozikê jî derbas kiriye.    * Li Girtîgeha Tîpa F a Bolu, girtiyê nexweş Rıdvan Taniş ku dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin. Taniş, anî ziman ku salek e diranê wî xwîn dibe her dem tedawiya wî taloq dike. Taniş, destnişan kir ku dixwazin wî bi kelepçe tedawî bikin û ew jî vê yekê taloq dike.    * Parlamenterê CHP'ê Prz. Sezgîn Tanrikulu, bal kişand ser helwesta Serokomar Recep Tayyip Erdogan a der barê hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: "Hêj hilbijrtin pêk nehatiye Erdogan gelê herêmê bi qeyûman tehdît dike. Lê gel tu car qeyûm qebûl nekiriye.    * Li navçeya Artemêtê ya Wanê, Gola Koşkê ku 30 sal berê di encama zêdebûna ava Gola Wane de, ji ava zêde ava bû, niha ji bo gelek masî û cureyên çûkan malonvaniyê dike û buye wargeh.    * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 16’emîn a Enqerê bê dîtin. (10.00)   * 68'emîn danişîna doza kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê û rojnameger Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Stenbolê be dîtin. (10.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Selîm Atli  dê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Cenazeyê Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan dê li navçeya sîwerege ya Rihaye bi griseyî bê defin kirin. (13.00)