Cenazeyê Ayhan gihişt Sîweregê 2018-09-24 08:23:10 ŞIRNEX - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Şirnexê, şandin Navçeya Sîweregê ya Rihayê. Heta ku cenaze gihişt Sîweregê li gelek nokteyên polîsan hatin rawestandin.    Heyeta HDP'ê û malbata Îbrahîm Ayhan piştî duh cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ji Hewlerê wergirtin û anîn Sîlopî, ji wir jî ji bo otopsiyê şandin Şirnexê. Piştî li Nexweşxaneya  Dewletê ya Şirnexê karê otopsiyê bi dawî bû, cenaze wergirtin û ji Şirnexê şandin Navçeya Sîweregê ya Rihayê. Dema karwana cenaze di navçeyên Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Wêranşarê re derbas bû li gelek nokteyên polisan hat rawestandin. Malbat û heyeta HDP'ê dê cenazeyê Ayhan îro li Goristana Nato ya Sîweregê bi merasimek girseyî oxir bispêrin axê.