Dag: Ciwan dê tecrîdê hilweşînin 2018-09-23 20:45:52   WAN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara "Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin" tecrîd û polîtîkayên şer protesto kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, di şahidê de axivî û got: "Îro terîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîdkirina gel û ciwanên kurd e. Ciwanên kurd dê vê tecrîdê bişkînin û têkoşîna xwe berdewam bikin."    Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma "Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin" li Parka Aşitî ya Mûsa Anter şahî pêk anî û tecrîd û politîkayên şer protesto kirin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, parlamentera Amedê Dersîm Dag, hevşaredar, nûnerên KCD’ê, endamên meclîsa navendî yên HDP-BDP û gel beşdarî çalakiyê bûn. Ciwanan li parkê pankarta "Me bi ciwanê dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin" û "Ciwan li dijî faşîzmê xwe rêxistin dikin" daliqandin. Ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin û piştre parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag axivî. Dag. ewil  Parlamenterê Riha Îbrahîm Ayhan bi bîr anî.   Dag, diyar kir ku dê ciwan tecrîda ÎmralÎ û politîkayên şerê qirêj têk bibe û wiha axivî: “Politîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê çawa heta roja îro encam ne girtiye wê ji îro pêve jî encam negre. Faşîzma AKP û MHP’ê ne tenê Kurdên li vir dike hedef hemû Kurdên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike hedef. Êrîşî Dayikên Şemiyê dikin evan e tu rêgez û exlaq nasnakin, destûr nadin ku em cenazeyê xwe veşêrin. Faşîzma AKP’ê ev 3 sal e li ser Ocalan tecrîdekî bê navber didomîne. Ji têkoşîn û baweriya me ditirsin. Ji ber baş dizanin heta niha bi serneketine û serî li hemû rêbazên qirêj didin. Îro terîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîdkirina gel û ciwanên kurd e. Ciwanên kurd dê vê tecrîdê bişkînin û têkoşîna xwe berdewam bikin."    Piştî axaftina Dag Hunermend Kadîr Çat, Ruken Yılmaz û Ferhat Babat derketin ser dikê û stran gotin. Piştî şahiyê dema ciwan belav bûn dirûşmeyên ku girêdana xwe ya bi Rêberê PKK'ê Ocalan re dianîn ziman berz kirin û belav bûn.