Cenazeyê Îbrahîm Ayhan li Sîlopiyê bi 'Şehîd namirin' pêşwazî kirin 2018-09-23 19:59:59 ŞIRNEX - Cenazeyê siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Sîlopiyê bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" pêşwazî kirin. Cenazeyê Ayhan piştî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê, bi hinceta ekîpmanê otopsî têr nake, cenaze ji bo otopsiyê şandin Şirnexê.       Heyeta HDP'ê û malbata Îbrahîm Ayhan ku ji bo cenaze bigirin çûbûn Hewlerê, piştî cenazeyê Ayhan wergirtin hatin sîlopî. Cenazeyê Ayhan li ser deriyê sînor bi girseyî û dirûşmeya "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, di 20'ê Îlonê de li Bajarê Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê Parlamenterê HDP'ê Ayhan bigirin di 20'ê îlonê de ji Riha ketin rê û çûn Hewlerê. Heyeta ji Cîgirê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Alican Onlu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberê HDP'ê Omer Onen û hevjîna Ayhan Rezan Ayhan pêk dihat çûn Hewlerê. Heyetê bi merasimekê cenazeyê Îbrahim Ayhan ji Hewlerê wergirtin û hatin Silopî. Heyetê piştî sînorê Xabûrê derbas kir derbasî navçeya Sîlopiya ya Şirnexê bûn. Girseya ku li ser sînor rawestiya bû, cenazeyê Îbrahîm Ayhan bi girseyî û dirûşmeya "Şehît namirin" pêşwazi kirin. Girseya ku di navde xizmen Ayhan, endam û reveberên DBP û HDP'ê, nûnerên rêxistinen civaka demokratîk, Dayikên Aşktiyê, KCD, TJA  û gelek rêxistinên d8in hebûn li bajaroka Tilqebîne ya Sîlopiyê cenaze pêşwazî kir, piştre bi karwanek mezin derbasi Sîlopî bûn. Heyet bi konvoyekê cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Dayika Îbrahîm Ayhan Zekiye Ayhan dema cenaze pêşwazî kir bi zorê li ser piyan ma û demên hestiyar jiya. Girseya ku xwest biçin hewşa nexweşxaneyê hêzên ewlehiyê destûr nedan girse derbas bibe. Piştî cenaze birin Nexweşxaneya Sîlopî şandin Şirnexê.    BI HINCETA CÎHAZ TUNE CENAZEYÊ AYHAN ŞANDIN ŞIRNEXÊ    Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî, bi sedema cîhazên guncav tune cenazeyê Ayhan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Dozgerê ku hat nexweşxaneya dewletê ya Sîlopî, bi sedema sedema mirina wî teqez diyar nebûye, biryar da ku cenazeyê Ayhan bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku dozger ji wan re gotiye Nexweşxaneya dewletê ji bo otopsiyê ne guncav e ekipmanên teknîk kêm in û ji ber vê yekê dê bişînin Şirnexê.      Piştî rapora otopsiyê, dê cenazeyê Ayhan ji Şirnexê ber bi Sîwerekê ve bi rê bikin. Cenaze û heyet dê bi karwanek mezin di Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser Wêranşar re derbasî Navçeya Sîweregê ya Rihayê bibin. Cenazeyê Ayhan dê sibê (24'ê Îlonê) roja duşemê li Goristana Nato ya Sîweregê defin bikin.