Li 8 wargehên Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kirin 2018-09-23 19:15:25   SÊRT - Walîtiya Sêrtê bi sedema li herêmê operasyona eskerî heye li 4 tax û 4 gundên Navçeya Hawêl a Sêrtê qedexeya derketina devre îlan kir.    Walîtiya Sêrtê, bi sedema ku li herêmê operasyona eskerî heye li 4 gund û 4 taxên Navçeya Hawelê ya Sêrtê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li herêma ku di bin berpirsiyariya Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Hawêl de ye, bi armanca operasyona li dijî rêxistina çekdar li Gund û taxên Çukurca, Oglakli, Meşelik, Ardiçdali, Bahçelî, Korucu, Aydınlar, û Çamtaşê îro saet di 14.00'an de qedexeya derketina derve îlan kirine. Hat zazîn ku heta fermana duyemîn dê qedexeya 4 gund û 4 taxan berdewam bike.