Li Girê Spî û Girkê Legê ji bo Efrînê meşiyan 2018-09-23 17:33:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Rojava li bajarê Girê Spî bi armanca piştgiriyê bidin gelê Efrînê meşek girseyî pêk anîn. Li Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçber  jî bi sedan welatî bi heman armancê meşiyan û piştgirî dan gelê Efrînê. Di meşê de êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar kirin.    Bi armanca şermezarkirina destdirêjî û kirinên hêzên çekdar ên li ser gelê Efrînê, bi sedan ciwan û welatî li Gire Sipî, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer meşên girseyî lidar xistin. Tevgera Ciwanên Rojava xwepêşandanek li bajarê Girê Spî organîze kir. Di xwepêşandanê de bi sedan ciwan û welatiyên ji pêkhateyên kantona Girê Spî beşdar bûn. Xwepêşandan ji Çerxerêya El-Elem a rojavayê bajarê Girê Spî dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve dewam kir. Xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina helwesta Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tev li meşê bûn. Girsê di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Rojava, YPG, YPJ û QSD'ê hildan û meşiyan. Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û got: "Em pişta xwe nadin Amerîka, Rûsya, Tirkiyeyê û ne tu aliyên din û ne Cinêv, Astana û Soçiyê. Em ê bi hevgirtin, yekitî û wijdanê xwe axa xwe ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatiye avdan, rizgar bikin. Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêja ne ku li ser axa welat bijîn. Efrîn niha dagirkirî ye û bi yekitiya me û girêdana me bi doza me ve bêguman em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin."   Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Rîhab El-Hemadî û li ser navê meclisa kantonê Kamil Mehmûd axivîn û banga xurtkirina hevgirtina pêkhateyan li dijî dagirkeriyê kirin. Axaftvanan diyar kirin ku gelê Sûriyeyê tu carî bi van siyasetên dagirkeran nayên xapandin û dê têkoşîna xwe li ser xeta Ocalan û şehîdan heta rizgarkirina hemû gelên bindest bidomînin û gotin: "Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina giştî Sûriyeyê ye."  Meşê bi dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî bû.   QAMIŞLO    Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçber jî bi armancê meşiyan. Xwepêşandan li Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê legê li dar xistin û dirûşmeyên “Efrîn em heta dawiyê bi te re ne” berz kirin. Pankartên "Rizgarkirina Efrîn û rizgarkirina Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê erka me ye”, “Ji guherandina demografyaya Efrînê re na" hildan.  Xwepêşandan li kolana giştî veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Navçeya Girê Legê Mihemed Cemîl axivî. Cemîl, destnîşan kir ku azadiya gelan û pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk yek ji pîvanên sereke yên gelê herêmê ye û wiha got: "Ji ber wê her kes li Bakurê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina Efrînê çalakiyan li dijî dagirkeran li dar dixin û ev yek jî erkek e. Ji ber ku armanca dewletên desthilatdar guhertina demografyaya Sûriyeyê ye û bi rêya komên xwe yên çete xaka wê dagir bikin û civakê ji hev bixin.   Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Çilaxa Umer Hebûn jî anî ziman ku rizgarkirina Efrînê erka hemû gelên Sûriyeyê ye û wiha axivî: "Ji ber ku dijmin û bi taybet Tirkiye dixwazin demografyaya herêmê biguherin û tevliheviyê di navbera gelan de çêkin."    Rêvebrên Kongreya Star Zelfe Bedro destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyeyê piştî ku pîvanên neteweya demokratîk pêk hatin, wateya azadiyê baş nas kir û wiha got: "Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bibin û rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan ji girtîgehê serbest berdin. Ji ber ku rêber Ocalan çavkaniya fikrê azadiyê ji bo gelan e."   Mitîng bi dirûşmên silavkirina biratiya gelan û berxwedana Efrînê bi dawî bû.