Ûmût ê polîsan bi maşînê lêxist defin kirin 2018-09-23 16:34:31   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê 5 salî Ûmût Ozalp ê 9 meh berê polîsan bi weseyita sivîl lê xist û bi giranî birindar kir, îro jiyana xwe ji dest da. Malbata Ûmût Ozalp, cenaze li Goristana Yenî defin kirin.     Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê 5 salî Ûmût Ozalp ê di 18'ê Kanûna 2017’an de polîs bi maşîneya sivîl lê xist û birîndar kir, jiyana xwe ji dest da. Ozalp, li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ozalp, îro serê sibê jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî cenazeyê Ozalp wergirtin li taxa Yenî ya Hezexê piştî merasima olî cenazeyê wî defin kirin.    Malbatê ji bo Umut li Mizgefta li hemberî Parka Aştiyê tazî danîn û sersaxiyê qebûl dikin.