Bûldan: Ocalan tecrîda di tecrîdê de dijî 2018-09-23 14:00:07   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û û wiha got: "Ocalan tecrîdê di nava tecridê de dijî"    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr têkildarî 'cezayê dîsîplînê' û tecrîdkirina Ocalan li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Bûldan di civînê de diyar kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser êrîşên li ser Ocalan û got: "20 sal in Ocalan hatiye tecrîdkirin. Parêzerên Ocalan di 6’ê Îlona 2018'an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname dane û daxwazname hatiye redkirin. Hinceta redkirinê jî cezayê dîsîplînê yê li ser Ocalan hatiye diyarkirin. Di heman demê de girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî bi heman hincetê, hevdîtina wan hatiye redkirin. Bi vê biryara di 6'ê Îlonê de hevditînên bi Ocalan re 6 mehan hatiye qedexekirin. Di biryara 2’ê Adara 2018’an de jî ji parêzeran re hatibû ragihandin ku mafên ragihandin, ziyaretvan û hevdîtinên bi telefonê hatiye qedexekirin. 11 cezayê hucreyê yên ku di navbera salên 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û nameya wî ya di sala 2009’an de ya 156 rûpelî ji bo qedexekirinê hincet hatiye nîşandan."    'OCALAN TECRÎDA DI TECRÎDÊ DE DIJÎ'   Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha lê zêde kir: "Rêzdar Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û Îmrali jî ne girtîgeheke ji rêzê ye. Em tevkariya Ocalan a ji bo aştî û ya li ser raya giştî ya gelê Kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê. Birêz Ocalan careke din di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û demeke dirêj nekariye malbatê, heyetên siyasî û parêzeran bibîne. Bi pêvajoya aştî û danûstandinê re hevdîtinan dest pê kirin û malbatê ew dîtin. Lê belê demeke dirêj destûra hevdîtinê nayê dayin. Em ji rayedaran dipirsin: Ev ceza çima di navbera salên 2005 û 2009'an de bi cih nehatin anîn, lê niha bi cih tên anîn? Em zanin ku edalet nîne, lê belê tiştekî manîdar e ku hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re piştî 13 salan tê astengkirin."    BANG LI CPT KIR   Buldan, herî dawî bagn li CPT kir û wiha berdewam kir: "Em bang li CPT û saziyên li Ewropayê dikin ku têkildarî rewşa Birêz Ocalan tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Mirovek wê nikaribe parêzer û malbata xwe bibîne û di ser re cezayê dîsîplînê lê bê birîn... Ev yek rewşa hiqûqê ya li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Der barê vî cezayê dîsîplînê de em li benda bersiveke Wezareta Edaletê ne. Em vê daxwazê hem li hikumetê, hem jî li Wezareta Edaletê dikin. Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bi taybetî yên li Tirkiyeyê rû didin, nîşan didin ku divê hevdîtina bi Birêz Ocalan re tavilê dest pê bike. Em pê zanin ku dema hevdîtin bi Ocalan re were kirin wê Tirkiye ji nava krîz û kaosê derkeve. Me dît ku dema hevdîtin dihatin kirin krîz û kaos nedibûn. Piştî ku deriyên Îmraliyê hatin girtin, hewldana darbeyê pêk hat. Birêz Ocalan di vê mijarê de hişyarî dabû.   Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin. Tecrîda ku di nava tecrîdê de tê kirin, ne tiştek e ku bê qebûlkirin. Hem bi navê HDP'ê hem jî bi navê heyeta Îmraliyê dixwazim bêjim ku divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede."