Rojnameger Taşkin: Girtî nayên dermankirin ava paqij nadin 2018-09-23 13:31:57   ENQERE – Rojnameger Seda Taşkin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi riya nameyê bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Taşkin, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û ava paqij nadin girtiyan.    Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin ku ji ber nûçe çêkirin 9 meh in girtî ye, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê der barê rewşa girtîgehê de nameyek nivîsand. Taşkin, di nameyê de diyar kir ku  ber ava kirêj didin girtiyan nexweşiyên cîddî yên cerm belav dibin û wiha got: "Girtî ji ber ava qirêj bi nexweşiyan re rû bi rû ne. Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyê bi rîngên hucreyî wan dibin nexweşxaneyê. Girtiyên nexweşiya wan giran dibin nexweşxaneyên dûr. Girtiyên nexweş di van rîngên wekî hucreyan de zor û zahmetiyên mezin dijîn. Girtiyên nexwestin dermankirina xwe taloq bikin ji ber bi van rîngan çûn nexweşxaneyê rewşa wan xerabtir bû. Hatin halê ku êdî nikarin biçin nexweşxaneyê. Girtiyên ku diçin tedawiyê yên bi nexweşiya tumora mejî, guatra jahrî, astim, dil û damar ketine ne. Divê dermankirina wan neyê taloqkirin. Lê j ber şertên rîngên hucre nikarin biçin. Ji ber girtî nikarin bi van rîngan biçin nexweşî li wan girantir dibe. Her çend girtî bi rêveberiya girtîgehê re axivîn jî, rêveberiyê ev pirsgirêk hewaleyî derve kir. Rayedarên ewlehiya derve jî bi nivîskî diyar kirin ku berpirsiyarî aydî rêveberiya girtîgehê ye."     GIRTÎ RASTÎ CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ YÊN KEYFÎ TÊN   Taşkin, anî ziman ku gritî rastî cezayê dîsîplînê yên keyfî tên û wiha got: "Dema girtî bertek nîşanî helwest û daxuyaniyên gardiyanan ên şexsî didin rastî cezayê dîsîplînê tên. Bi zanebûn girtiyan tahrîk dikin. Mesela neheq li ser hev 4-5 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekê. Dîsa dema girtiyên nexweş ên li rînga hucreyî ya yek metre suyar kirin û dema girtî li dijî lêgerîna tacîzkar derket, rastî cezayê dîsîplînê hat. Girtî bêyî hişyarî û îfadeyê bidin rastî cezayê dîsîplîn û hucreyê tên. Yên vê yekê îtîraz dikin înfaza wan dişewitinin û 3-4  salan zêde tên girtin. Gelek girtî ji ber van pêkanînên keyfî înfaza wan hat şewitandin. Girtîgeh li gorî çi û li gorî kê înfaza girtiyan dişewitîne. Girtiyên ku divê 10 meh şûnde bên berdan cezayê wî 5 sal zêde kirin."    ‘XWARINA BI VÎTAMÎN, PROTEÎN Û MÎNAREL NADIN GIRTIYAN   Taşkin, da zanîn ku girtiyên nexweş ku divê li xwarina xwe baldar bin, nikarin xwarinên têr vîtamîn, proteîn û bi mînarel bixwen û bedena wan li dijî nexweşiye bê hêz dimîne. Taşkin, anî ziman ku gelek nexweşên giran hene û divê li xwarina xwe baldar bin û wiha bi dawî kir: "Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên rovî, mahden, hestî û dil heye divê li cureyên xwarina xwe baldar bin. Dîsa girtiyên bi nexweşiya kolesterol, tansiyon, hipertiroid- hipotiroid, guatr, pençeşêr, divê her xwarinê nexwin. Divê li gorî lîsteya ku bijîşk pêşniyar dike xwarinê bixwin. Lê girtî nikarin li gorî pêşniyarên bijîşkan xwarin bixwin û ev yek bêtir bandora neyînî li ser tenduristiya wan dike. Ava qirêj ji kaniyan diherike û ev dîsa nexweyiyan belav dike û bandorek neyînî li ser tenduristiya wan dike. Gelek nexweşiyen wekî tîfo, cerm û yên din ji ber ava qirêj belav dibin. Divê cemawerî li hemberî van pêkanînên keyfî hestiyar tev bigerin."