Zarokê 5 salî Ûmût ê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da 2018-09-23 12:57:47   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê 5 salî  Ûmut Ozalp, ku 9 meh berê polîsan bi maşinê lê xist jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê 5 salî Ûmût Ozalp ê di 18'ê Kanûna 2017’an de polisan bi maşînê  lê xist û birîndar kir, jiyana xwe ji dest da. Ozalp, li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ozalp, îro serê sibê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku dê cenazeyê Ozalp li navçeya Hezexê defin bikin.