Dê ji bo Ayhan ê HDP'î li Kobanê konê sersaxiyê vekin 2018-09-23 12:15:36   KOBANÊ - Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslum, têkildarî siyasetmedare kurd Îbrahîm Ayhan ku jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dê li Kobanê konê sersaxiyê vekin.    Siyasetmedarê kurd û parlamenterê DBP-HDP'ê yê Rihayê ku 3 serdema wekîltî kir, li Hewlerê krîza dil derblas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ayhan ku piştî ji Hewlerê girtin, dê îro di Deriyê Xabûrê yî Sîlopî re derbasî Rihayê bikin. Ji bo Ayhan dê li Kobanê konê sersaxiyê dîtin. Ji ber ku Ayhan di berxwedana Kobanê de têkoşînek mezin da, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslum, diyar kir ku dê li Kobanê ji bo Ayhan ê "Kobanî" konê sersaxiyê vekin. Muslum, anî ziman ku dê li mîrateya Ayhan xwedî derkevin.    'EW JI KOBANÊ BÛ'   Muslum, da zanîn ku Ayhan têkoşerekî azadî û demokrasiyê bû û wiha axivî: “Di şerê Kobanê de Ayhan kedek mezin da. Em fêr bûn ku jiyana xwe ji dest daye. Em hem ji malbat û hem jî ji HDP’ê re sersaxiyê dixwazin. Têkoşîna wî ya ji bo Kobanê ji bo me xet e. Ked û fedekariya wî nayê ji bîr kirin. Ji bo gelê kobanê xwe avêt talûkeyê. Ew bûye kekekî wekî Kobanîyî. Li Kobanê yên wî nas nekin tune ye. Wî her dem xeta aştî, azadî û demokrasiyê di parast. Em dê ji bo Ayhan konê şînê dînin. Em wekî rêveberiya Herêma Firatê ya Sûriyeyê ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Em ê têkoşîna wî heta dawî mezin bikin. Ew ji bo me minak e. Em dê îro saet di 17.00’an de li ber avahiya Kantona Kobanê konê sersaxiyê dîtin û ziyaetan qebûl bikin. Bila serê hemû gelê Kurd û Kurdistanê sax be."   MA / Nazım Daştan