Mizrakli yê HDP'î: Em dê têkoşîna Ayhan bi serkeftinê tacîdar bikin 2018-09-23 12:03:09   RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ji ber zextên dewletê jiyana xwe ji dest da. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli jî anî ziman ku ji bo bîranîna Ayhan dê têkoşîna wî ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.    Parlamenterê Partiya Demokratik û Aştiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî Ayhan jiyana xwe ji dest da, malbat û heyeta siyasetetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan dê îro cezayê wî di sînorê Xabûr ê Sîlopî re derbasî Rihayê bikin. Parlamenterê HDP'e yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku Ayhan her dem ji bo siyaseta demokratîk têkoşiya û wiha got: "Ayhan ji ber zextên li ser siyaseta demokratîk krîz derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Herî zêde niha li Tirkiye rêya siyaseta demokratîk xetimiye. Lê tevî hemû zext û zordariyan em dê têkoşîn û xeta siyaseta demokratîk pêş bixin û zorê lê bikin."    'SEDEMA MIRINA AYHAN ZEXT IN'   Omer Ocalan, da zanîn ku mirina Îbrahîm Ayhan ji ber sedema zexten li ser siyasetê ye û wiha bi dawî kir: "Îbrahîm Ayhan di serdema 24, 25 û 26’an de wekîltiya Rihayê kir. Ji ber zextên heyî neçar ma ji memleketê xwe Rihayê koç bike û dûrî warê xwe ji yana xwe ji dest da. Divê mirov wekî mirinek ji rêzê nêzî vê mirinê nebe. Piştî wekîltiya Ayhan hat xistin, rêyên siyaseta demokratîk hatin girtin çû li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da. Niha rewşa welat di navde rewşa salên 80 û 90’î ye.    'EM DÊ DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'   Ocalan, anî ziman ku dê di siyaseta demokratîk de israr bikin û têkoşina Ayhan bilind bikin. Ocalan helwesta medya hawiz jî rexne kir û wiha got: "Medya mirina siyasetmedar û wekil Ayhan neda. Em li vî welatî bi ambargoyamedya re rû bi rû ne. Li vî welatî hemû reng û cudahî tune tên dîtin. Siyaseta yekperestî tê meşandin. Li gel van zext, şer û tundiyê em dê dîsa di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ji ber ku asayîbûna vi welatî bi çareseriya pirsgirêka kurd û siyaseta demokratîk pêkan e. Em dê bi gelê xwe re rêya siyaseta demokratîk vekin.    EM DÊ MÎRATEYA AYHAN BI SERKEFTÎNÊ TACÎDAR BIKIN   Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Selçuk Mizrakli jî anî ziman ku ji bo bîranîna Ayhan dê têkoşîna wî ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Mizrakli, da zanîn ku li vî welatî mirov muxalif be û siyasetmedarê kurd be divê bedelan bide û wiha axivî: "Berê li orta kolanan ji aliyê leşker û polîsên dewletê ve wekil Mehmet Sincar  hat kuştin. Di sala 1993'an de wekîl li pey xwe kişandin û avêtin dervê meclîsê û şandin zindanê. Di demên dawî de jî wekîlan davêjin girtîgehê. Şaredariyan qeyûm tayînî şûna wan dikin û wan davêjin girtîgehê. Em di pêvajoyek giran re derbas dibin. Em dê ji bo bîranîha hevalê xwe Îbrahim Ayhan tekoşîna wî bi serkeftinê bi encam bikin."