Cenazeyê Sedanûr bi hêsirên çavan defin kirin 2018-09-23 11:55:42   QERS - Cenazeyê Sedanûr Guzel a 9 salî ku di 16'ê Îlonê de li Gundê Pasli yê Kaxizmanê winda bû û duh hat dîtin, li gundê wê bi hêsirên çavan defin kirin.    Malbata Sedanûr a 9 salî ku hefteyek berê winda bû û duh cenazeyê wê ditin, îro bi hêsîrên çavan li gund defin kirin. Li Gundê Pasli yê Kaxizmanê ya Qersê ku ji 80 malan pêk tê, keça Handan-Abdullah Guzel a 9 salî Sedanur Guzel, di 16'ê Îlonê de li pêş malê winda bû. Malbatê piştî bihîst keça wan winda bûye dest bi lêgerînê kirin. Malbata Sedanûr duh cenazeyê wê li nêzi Gundê Pasli dît. Malbatê piştî otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî îro cenazeyê Sedanûr li Gundê Pasli defir kirin. Malbat û xizmên malbatê tev li merasima cenaze bûn. Xizmên Sedanûr ku li ser gorê hêsir barandin krîz derbas kirin.