Gelê Amedî: Çareserî azadiya Ocalan e 2018-09-23 09:56:01 AMED - Welatiyên Amedî tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û krîza aborî nirxandin û diyar kirin ku sedema krîza aborî tecrîdkirina Ocalan û şerê heyî ye. Welatiyan destnîşan kir ku sedema vê krîzê hişmendiya pergala AKP’ê ye û xwestin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Welatiyan anîn ziman ku çareserî azadiya Ocalan e.   Welatiyên Amedî rewşa aboriya Tirkiye û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. Welatiyan diyar kirin ku ji ber AKP di tarza rêveberiya yek zilamî de israr dike li Tirkiyê riya demokrasiyê xetimiye û ber bi kaoseke mezin ve diçe. Welatiyan gotin ev rewş encax bi diyaloga bi Abdullah Ocalan çareser bibe. Welatiyan destnîşan kir ku çareserî azadiya Ocalan e.    Welatî Qedrî Atli, diyar kir ku bi rêbazên pergala AKP li Tirkiyê çareserkirina pirsgirêkan tiştekî dûrî aqilaye û wiha got: “Me ji aliyê deshilatdariya Erdogan ve tiştekî baş heta niha nedîtiye. Ji aliyê wan ve çareserî tiştekî dûrî aqilan e. Çareserî di demokrasiyê de ye. Bi demokrasiyê dê welat xurt û serfiraz bibe. Heta niha bi xapandin nêzîk bûn. Çiqas bi zorê bi serdestiyê hatiye ew qas xera kiriye. Ez dixwazim rayedar demokrasiyê pêş bixin."    'AKP DÛRÎ ÇARESERIYÊ YE'   Welatî Omer Baran jî diyar kir ku AKP dixwaze ku Tirkiyê bi pergala Osmaniyan bi rê ve bibe û wiha axivî: “AKP di despêkê de bi xapandinê bû desthilatdar û hîn jî  bi wî awayi dewam dike. Bi riya oldarî xapand û diktatoriya xwe anî vî welatî. Dixwaze ku Osmaniyeke nû qraliyeteke nû bîne Tirkiyê. AKP pir dûrî demokdrasî û çareseriyê ye. AKP û Erdogan xwîna vî gelî dimêjin, dikuje, wêran dike, talan dike. Li hemû gelê Tirkiye dike. Operasyona eskeran a dersînor bi serê xwe krîzeke. Çend salin li her deverên  Kurdîstanê esker bi top, tankan  û balafiran her derê bobe dike. Gund û bajaran wêran dikin. Niha jî Efrîn, Bab, Cerablûs wêran kir û dike. Pereyê li şer xerç dike dibe sedema krîza aborî. Zemê zêde dike, mazot, ceyran, xaz û hemû lêçûnê buha dike."    Baran, da zanîn ku eleqeya Erdogan bi ol û demokrasiyê tine û wiha lê zêde kir: "Erdogan ji fikr û ramana Ocalan ditirse. Eerdogan neyarê ol e, neyarê demokrasiyê ye neyarê mirovahiyê ye. DAIŞ bi hevkariya gelek dewletan belav bû. Lê Erdogan piştgiriya zêde da. Ji ber ku Erdogan ji fikrên Rêberê Gelê Kurd ditirse, dibêje heta ku ez biqedim ezê wî biqedînim. Em dixwazin her kes li Serokê xwe xwedî derkevin. Divê çar alî hêza xwe bikin yek."    'ERDOGAN HER TIŞTÎ VEDIŞÊRE'   Welatî Sidik Kaya jî ani ziman ku 16 sal in AKP li ser rêvebiriyê ye lê nikare Tirkiye bi rêve bibe û wiha got: “AKP 16 sal in li ser rêvebiriya Tirkiyê ye lê nikare Tirkiye bi rêve bibe. Got dê bi Kurdan re aştiyê pêk bînin nekir. Demokrasî tune. Mafê mirovam tune. Daraz tune. Aborî têk çûye. Erdogan 16 salin li îktîdarê ye, lê niha sûc davê situyê welatên derve. Niha dibêje krîz tune. Lê her tiştî vedişêre û berovajî dike."    Kaya, da zanîn ku Erdogan dibêje ‘Bes bila kurd biqedin, lê Tirkiye xera bibe jî ne pirsgirêk e û wiha lê zêde kir: "Erdogan li ser qedandina Kurdan polîtîka dimeşîne. Wî wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu û çend zilamên ysı li dora xwe kom kirine û hişmendiya tevan yek e. Politikayê binpêkirina mafan bi salanê li îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd hatin meşandin. Van çend salên dawî jî bi hincetên vala tecrîtkirina  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan giran kirine. Berî her tiştî bang dikim ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd rakin. Bila diyalok û hevdîtin pêk bên. Bila parêzeran bişînin çapemeniya cîhanê pê  re hevdîtin bike. Gek ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re çebibe dê her tişt rast bibe. Dê aborî rast bibe û şer raweste. Dê demokrasi pêş bikeve."