Gardiyanan jê re got: Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle 2018-09-23 09:11:45   AMED - Zeydan Ateş Gungor, hevjîna Yasîn Gungorê ku li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê gardiyanan êrîşî wî kir, serî li ÎHD'ê da. Gungor, bilêv kir ku hevjînê wî çîrokek nivîsandiye û gardiyanan dest daniye ser, lê belê dema hevjînê wê îtirazî vê yekê kiriye gardiyanan jê re gotiye: "Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle."    Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, ji ber hin girtî di 12'ê Îlonê de ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, gardiyan êrîşî wan dikin. Piştî greva birçîbûnê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û girtiyên nexweş bên tedawîkirin hat destpêkirin, gardiyanan avêt ser qawîşan û girtî derb kirin û ew avêtin hucreyan.    Yek ji van girtiyên hat derbkirin û ew xistin hucreyê jî Yasîn Gungor e. Gungor di sala 2017'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin. Zeydan Ateş Gungor, hevjîna Yasîn Gungor, bilêv kir ku ji ber hevjînê wê hatiye derbkirin û wê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daye.    FERHANGA KURDÎ JÎ SÛC HAT HESIBANDIN    Gungor, diyar kir ku herî dawî du roj berê ew çûye girtîgehê û hevdîtin bi hevjînê xwe re çêkiriye. Gungor, diyar kir ku canê hevjînê wê reş bûye û got: "Çavê hevjînê min mor bibûn. Min jê pirsî. Got, 8 gardiyan avêtins er qawîşê û belaheq û belasebeb êrîşî girtiyan kirin û ew derb kirin. Her wiha got, ji ber wan jimariya li ser lingan qebûl nekiriye, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn."    Gungor, destnîşan kir ku gardiyan dest datînin ser materyalên girtiyan û her wiha ferhanga kurdî jî wekî "amûreke rêxistinî" hesibandine. Gungor, anî ziman ku hevjînê wê çîrokek nivîsandiye û gardiyanan dest daniye ser û dema hevjînê wê îtiraz kiriye gardiyanan jê re gotiye: "Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle."    Gungor, da zanîn ku piştî greva birçîbûnê cezayê hucreyê li gelek girtiyan hatiye birîn. Gungor, diyar kir ku 3 meh berê gardiyanan hevjînê wê derb kiriye û 20 roj cezayê hucreyê lê birîne.    Gungor, anî ziman ku gardiyan belehqe û belesebeb êrîşî girtiyan dikin û ji bo vê bang li raya giştî kir.