‘Li hemberî Kerbelaya hîn jî didome, sekneke Husênî divê' 2018-09-23 09:10:37   DERSIM – Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, destnîşan kir ku meha Muharremê êşa hevpar a mirovahiyê ye. Kûlû, bilêv kir ku niha jî bi bombekirina hin deveran Kerbela didome û got li hemberî vê sekneke Husênî divê.    Meha Muharremê meha destpêkê ya sala hîcriyê ye û ji bo elewiyan jî "meha şînê" ye. Sedema vê jî ew e ku neviyên Hz. Muhammed, Hz. Husên li Kerbelayê ji aliyê Yezîd be bê av hat hiştin û tevî 71 canî hat qetilkirin. Di vê mehê de 10 rojan rojî tê girtin û ji bo Bûyera Kerbelayê jî 2 rojan Rojiya Şînê tê girtin. Di roja dawî ya rojiyê de jî aşûre tê çêkirin û belakirin. Dê îsal aşûre di 23'yê Îlonê de bê çêkirin û belavkirin.    Dê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) bi boneya Meha Muharremê îsal di navbera 29-30'yê Îlonê de li Dersimê hin çalakiyan li dar bixe. Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlûbal kişand ser girîngiya meha Muharremê.    Kûlû, destnîşan kir ku tiştên li Kerbelayê qewimîn siyasî ne û komkujî ye û got: "Ne şereke ji bo îslamiyetê ye. Sekneke Husênî ye ku li cem heq û heqîqetê cih girt. Ji ber ku Husên serî netewand hat kuştin. Nesertewandina Huseynî di elewîtiyê de xwedî cihekî pir mezin e. Niha jî hin kes vê sekna Husênî didomînin.    'KERBELA DIDOME'   Kûlû bilêv kir ku ev êş wekî “Yas-i Matem” tê binavkirin û hîn jî Kerbela didome. Kûlû got: "Niha jî li welatê me zilm, zilimkarî û şer didome. Li erdnîgariya me jî her roj ziyaretên me, nîşangehên me, goristanên me tên bombekirin û daristanên me tên şewitandin. Nexwe Kerbela hîn jî didome. Divê li hemberî vê em jî bi sekneke Husênî ku serî netewand tev bigerin. Çimkî hemû zilimkar bi lanetê, mazlûm jî bi minetê tên bibîranîn. Em dikarin bi sekna Husênî bibin xwedî heq."