Ji bo Îdlîbê betanî û nivînan sîparîş dikin 2018-09-23 09:09:03 HATAY - Hat diyarkirin ku ji bo operasyona Îdlibê amadekarî tên kirin û di demên dawî de zêde zêde betanî û nivîsn tên sîparîşkirin. Çavkaniyên ku ev agahî dan gotin: "Eger koçberî çêbibe, dê deriyên sînor neyên vekirin."    Piştî Tirkiye û Rûsya li Îdlibê li ser "herêma ji çekan xalî" li hev kirin, tê payîn dê komên selefî heta 15ê Cotmehê 15-20 kîlometreyan bi paş ve vekişin. Lê belê TSK, li sînorê Hatay û Îdlîbê 12 noqteyên çavdêriyê çêkirine, wesayîtên zirxî û muhîmatan sewq dike.    KAMPEKE NÛ TÊ ÇÊKIRIN    Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku li nêzî kampa Atmeyê ya li navçeya Reyhanliyê kampeke nû tê çêkirin û got: "Ger koçberî çêbibe, dê Tirkiye deriyên sînor veneke. Dê li nêzî Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê qadeke komkirinê bê çêkirin. Ji kampa Atmeyê mezintir. Komên ji Îdlîbê bên derxistin dê bişînin Ezaz, Cerablûs, El Bab û Efrînê. Jixwe ji bo wir amadekarî tên kirin. Rûsya ji Tirkiyeyê dixwaze, çekên giran berhev bike. Lê dê ev wisa bi hêsanî nebe. Çimkî ev kom bêwelat in. Ji ber ku cihekî wan ê ku pê de biçin tune ye, dê danîna çekan qebûl nekin. Bi hezaran kes hene. Niha hin kom pev diçin. Ne mimkun e ku Tirkiye demeke dirêj karibe vê mutabaqatê dewam bike."    BETANÎ Û NIVÎN TÊN XWESTIN    Rayedarê fîrmayeke betaniyan, bilêv kir ku di demên dawî de betanî û nivîn tên sîparîşkirin û ew ê di demeke nêz da wan bişînin. Rayedarê fîrmayê got: "Tirkiye dixwaze li nav Sûriyeyê çend kampan ava bike. Li gorî pêdiviyên van kampan, tiştan sîparîş dike. Hin titş ji me jî hatin xwestin. Em ê van rojan sîparîşan bişînin. Niha bi TIR'an malzemeyên leşkerî vediguhêzînin Sûriyeyê. Ji ber ku hin welat ji bo mayîn sûriyeyan a li Tirkiyeyê pereyan nadin, dê Tirkiye sivîlan nexe welatê xwe. Ji bo koçberî jî çênebe, hewl didin li nav Sûriyeyê herêmeke tampon bê çêkirin."    MA / Hamdullah Kesen