Cengîz Ergulê ji Samsûnê û Merve Erciyasa ji Yozgatê Şaredariya Mezin a Mêrdînê bi rê ve dibin 2018-09-23 09:06:55   MÊRDÎN  – Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, Cengîz Ergulê ku ji Samsûnê ye û berê Midûrê Nîvîsgeha Walîtiya Mêrdînê bû û Merve Erciyasa ku ji Yzogatê ye û berê di şaredariyeke AKP'î de dixebitî danîn ser sê miduriyetên şaredariyê.    Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Mêrdînê hat kirin, qeyûm li şûna kesên ji kar avêtin endamên AKP'î û xizmên wan bi cih kirin.    3 MIDURIYET RADESTÎ MIDÛRÊ NIVÎSGEHÊ YÊ WALÎ KIR    Qeyûm hin kesên girtin kar, ew danîn ser gelek miduriyetan. Yek ji van kesan jî Cengîz Ergulê ji Samsûnê ye ku berê li Midûriyeta Nîvîsgeha Walîtiya Mêrdînê dixebitî û yek jê jî Merve Erciyas a ji Yozgatê ye ku berê di şaredariyeke AKP'î de dixebitî. Li gorî agahiyên ku di malpera fermî ya şaredariyêd e cih digirin, Ergul li Serokatiya Daîreya Kirariyên Agahiyî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakiyî dixebite û Alîgirê Sekreterê Giştî yê Teknîkê ye.    Her wiha Merve Erciyas jî, tevî Midûriyeta Nivîsgehê li Midûriyeta Çapemeniyê ya şaredariyê û Midûriyeta Têkiliyên Gel dixebite. Her wiha Erciyas li Yekeya Maseya Mêrdînê ku weke "koma propagandayê" ya walîtiyê tê zanîn jî dixebite.    Her wiha berê jî Sekreterê Baskê Ciwanan ê AKP'a Mêrdînê Esîn Alatekîn û Alîgirê Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'a Mêrdînê Îbrahîm Homan li şaredariyê hatibûn bicihkirin. Her wiha hin xwendekarên Zanîngeha Artûklûyê ku li ser navê AKP'ê dixebitîn jî li şaredariyê hatin bicihkirin.