Dayika girtiyê nexweş Sûncak: Ger kurê min bimire dê kî hesab bide? 2018-09-23 09:04:54   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Yilmaz Sûncak ku nexweşîna pençeşêra troîdê û astimê pê re heye, ji ber tehlîlên wî nayên kirin li gelek deverên canê wî wexm çêbûye. Ji ber nexweşîna xwe divê Sûncak li nêvengeke hijyenîk be, lê belê li qawîşeke ku 19 kes lê dimînin tê girtin. Dayik Xezal Sûncak got: "Ger kurê min bimire, dê kî hesab bide."    Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Îzmîrê, girtiyê nexweş Yilmaz Sûncak ku nexweşîna pençeşêre troîdê ûa stiim pê re hene, nayê tedawîkirin. Sûncakê ku 26 sal in girtiye û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, divê 6 mehan carekê bê kontrolkirin lê belê tedawiya wî nayê kirin.    Divê bi awayekî rêk û pêk tehlîkên Sûncak bên kirin. Lê belê ji ber ku ev yek nayê kirin, li gelek deverên canê Sûncak wexm çêbûye. Her wiha ji ber ku nexweşîna astimê pê re heye divê Sûncak li cihekî hîjyenîk bê girtin, lê belê li odeyeke ku 19 kes lê ne tê girtin.    ’60 ROJÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA'    Dayik Xezal Sûncak, bilêv kir ku ji ber îşkenceyên li kurê wan hatine kirin nexweşîna pençeşêrê li kurê wê peyda bûye û got: "26 sal in kurê min girtiye. Dema çû 20 salî bû, niha 45 salî ye. Berê Yilmaz bi darzê zorê xistin nav edliyan, lê belê ji ber vê 60 rojî di greva birçîbûnê de ma. Dema di greva birçîbûnê de bû rayedarên girtîgehê gef lê xwarin."    ‘DÊ KÎ HESAB BIDE?'    Sûncak, diyar kir ku muameleyeke nebaş nêzî girtiyan dibin. Sûncak, bilêv kir ku ji ber rutûbetê, xwarina nebaş pençeşêra troîdê li kurê wê peyda bûye û got: "A rast nexweşîna wî di asta herî jor de ye. Kolestrol pê re heye û jimareya berçavka wî a zêde ye. Ji bo tedawîkirinê tu tişt nayê kirin. Divê 2 mehan carekê bê kontrolkirin, lê wî nabin. Jixwe dermanan jî nadinê. Ji bo nexweşxaneyê dema serî lê dide, kes wî esas nagire. Di hevdîtinêd e min dît ku kurê min tam ketiye. Ji ber astimê pir nikare bêhnê bsitîne. Derbarê jiyana wî de şik û û gumanên min hene. Ger tiştek pê bibe, dê kî hesab biede?"