‘Li Tirkiyeyê hiqûqê derbeyeke mezin xwariye' 2018-09-23 09:02:38   MÊRSÎN - Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, anî ziman ku baweriya kesî bi hiqûqê nemaye û got: "Derbeyek mezin li hiqûqê hatiye xistin."    Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, rewşa hiqûqê ya li Tirkiyeyê nirxand. Yeşîlbogaz, bilêv kir ku Cemaeta Gulenê di sala 2010'an de di referandûma guehrandina Qanûna Bingehîn de daras bi dest xistiye û got: "Wê demê tiştên dê biqewmin me gotin. Lê belê em wekî xayîn hatin îlankirin. Cemaeta ku daraz radestî wê kirin, di 15'ê Tîrmehê de hewl da darbeyekê pêk bîne. Tiştên ku duh me gotin û tiştên îro diqewmin, gotinên me piştrast dikin. Piştî xebatkarên darazê ji peywirê hatin girtin daraz xitimî. Li şûna kesên ji peywirê hatin girtin hin dozger û dadwer bi cih kirin. Lê belê ji ber ku ev kes ne xwedî etcrube ne, di darazê de pirsgirêkên mezin rû didin."    ‘BAWERÎ BI EDALETÊ NEMAYE'    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku divê daraz bi tu awayekî nekeve bin banê tu cemaet, sazî û dezgehan û got: "Em ji ber şirikê çûn ber mezelîbê. Daraz, daraza gelên Tirkiyeyê ye. Divê bêalî be. Lê niha daraz di bin banê siyasetê ye. Loma baweriya bie daletê pir kêm bûye. Bawerî daket ji sedî 25-27'an. Ev yek li gorî standardên Ewropayê rêjeyeke pir kêm e. Darbeyeke mezin li hiqûqê hatiye xistin."    ‘DARIZANDINEKE ADIL TUNE YE'    Yeşîlbogaz, bilêv kir ku dê darizandina heyî aştî û baweriyê neyîne Tirkiyeyê û divê hiqûqê ji bo herkesî wekhev be. Yeşîlbogaz, diyar kir ku sedema zêdebûna rêjeya sûcdariyê, ji ber nebûna darizandineke adilane ye.    Her wiha Yeşîlbogaz bal kişand ser girtina karkerên înşeata Balafirgeha 3'yemîn a Stenbolê jî û got: "Karkerên grev kirin hatin dorpêçkirin û bi wesayîtên şîrketê hatin binçavkirin. Pirsgirêkên karkeran hene. Ji dêvla guh bidin pirsgirêkan, karkeran wekî terorîst îlan dikin û wan digirin. Bi cezakirina pirsgirêk nayên çareserkirin, bereksê wê pirsgirêk zêdetir dibin. Divê dewlet otorîteya xwe ji bo aştiyê bi kar bîne." Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku divê karkerên hatine girtin demildest bên berdan.