ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2018'AN 2018-09-23 09:00:12   * Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, anî ziman ku baweriya kesî bi hiqûqê nemaye û got: "Derbeyek mezin li hiqûqê hatiye xistin."    * Girtiyê nexweş Yilmaz Sûncak ku nexweşîna pençeşêra troîdê û astimê pê re heye, ji ber tehlîlên wî nayên kirin li gelek deverên canê wî wexm çêbûye. Ji ber nexweşîna xwe divê Sûncak li nêvengeke hijyenîk be, lê belê li qawîşeke ku 19 kes lê dimînin tê girtin. Dayik Xezal Sûncak got: "Ger kurê min bimire, dê kî hesab bide."   * Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, Cengîz Ergulê ku ji Samsûnê ye û berê Midûrê Nîvîsgeha Walîtiya Mêrdînê bû û Merve Erciyasa ku ji Yzogatê ye û berê di şaredariyeke AKP'î de dixebitî danîn ser sê miduriyetên şaredariyê.    * Hat diyarkirin ku ji bo operasyona Îdlibê amadekarî tên kirin û di demên dawî de zêde zêde betanî û nivîsn tên sîparîşkirin. Çavkaniyên ku ev agahî dan gotin: "Eger koçberî çêbibe, dê deriyên sînor neyên vekirin."    * Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, destnîşan kir ku meha Muharremê êşa hevpar a mirovahiyê ye. Kûlû, bilêv kir ku niha jî bi bombekirina hin deveran Kerbela didome û got li hemberî vê sekneke Husênî divê.    * Zeydan Ateş Gungor, hevjîna Yasîn Gungorê ku li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê gardiyanan êrîşî wî kir, serî li ÎHD'ê da. Gungor, bilêv kir ku hevjînê wî çîrokek nivîsandiye û gardiyanan dest daniye ser, lê belê dema hevjînê wê îtirazî vê yekê kiriye gardiyanan jê re gotiye: "Nenivîsîne, di bîra xwe de bihêle."    * Heyeta HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê û malbata Îbrahîm Ayhan pêk tê, dê îro cenazeyê Ayhan ji Hewlerê wergirin û di sînorê Xabûrê yê Sîlopî re derbas bikin. Cenaze dê li Deriyê Xabûr ê Sîlopî bi girseyî bê pêşwazîkirin. (14.00)    * HDK, dê 5'emîn civîna serdema 8'emîn a Meclîsa Giştî li navenda Giştî pêk bîne. (10.00)    * Heyeta HDP'ê dê dê sendîkayên rêxistinên kedê ziyaret bikin. (10.00-15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)