Cenazeyê Ayhan dê îro li Sîlopî bi girseyî pêşwazî bikin 2018-09-23 08:19:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê û malbata Îbrahîm Ayhan pêk tê, dê îro cenazeyê Ayhan ji Hewlerê wergirin û di sînorê Xabûrê yê Sîlopî re derbas bikin. Cenaze dê li Deriyê Xabûr ê Sîlopî bi girseyî bê pêşwazîkirin.   Siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP'ê û 2 serdeman parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, di 19'ê Îlonê de li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Heyeta HDP'ê ji bo cenazeyê Parlamenterê HDP'ê Ayhan bigirin di 20'ê îlonê de ji Riha ketin rê û çûn Hewlerê. Heyeta ji Cîgirê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Alican Onlu, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçıer û parlamentera HDP'êya Mêrdîne Pero Dundar, rêveberê HDP'ê Omer Onen û hevjîna Ayhan Rezan Ayhan pêk dihat çûn Hewlerê. Lê Parlamentera HDP'ê Pero Dundar li sînor hat rawestandin û destûr nedan ku Pero Dundar derbas bibe.    Heyet piştî çûn Hewlerê dê îro cenaze ji Hewlerê bigirin û saet di 14.00'an de Deriyê Xabûrê yê Sîlopiyê derbas bikin. Cenaze dê li Sîlopî bi girseyî bê pêşwazîkirin. Heyet dê bi karwanek mezin di Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser Wêranşar re derbasî Navçeya Sîweregê ya Rihayê bibin. Cenazeyê Ayhan dê sibê (24'ê Îlonê) roja duşemî saet di 11.30'an de li ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê bigirin û Goristana Nato ya Sîweregê defin bikin.