‘Sîsê Bîngol û Havva Ozcan serbest berdin’ 2017-10-23 14:37:12 ENQERE – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û ÎHD’ê bang kirin ku Sîsê Bîngol a 78 salî, Havva Ozcan a 65 salî û rêvebera ÎHD’ê Yildiz Bahçecî serbet bên berdan. Besîme Konca jî xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û der barê rewşa wî de raya giştî bê agahdarkirin.  Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Enqerê û Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê têkildarî girtina Sîsê Bîngol 78 salî û Nûnera Înisyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re ya Enqerê û rêvebera HDP’ê Yildiz Bahçecî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar xistin.  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên ÎHD’ê û Berdevak Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Rêvebera ÎHD’ê ya Enqerê Nuray Çevîrmen daxuyanî xwend û diyar kir ku rewşa girtiyan a tenduristî, temen û şertên wan di bin tecrîdê de ye û li ser girtiyan tecrîd zêde dibe.    ‘SÎSÊ BÎNGOL DU CARAN HAT CEZAKIRIN’    Çevîrmen der barê pirsgirêkên tenduristiya Sîsê Bîngol a 78 salî de wiha got: “Sîsê Bîngol beriya bikeve girtîgehê emeliyata dil derbas kiriye. Şertên girtîgehê ji bo tenduristiya Bîngol ne guncav in. Li gel vê jî Sîsê Bîngol di girtîgehê de tê ragirtin û bêyî agahî bidin malbata wê sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin. Dixwazin bi van pêkanînan carek din Sîsê Bîngol û malbata wê ceza bikin.”    ‘HAVVA Û YILDIZ BÊHIQÛQ GIRTÎ NE’    Çevîrmen têkildarî rewşa Havva Ozcan jî axivî û destnîşan kir ku xebatên Ozcan ên qanûnî hincet hatine nîşandan û ew hatiye girtin. Çevîrmen da zanîn ku Havva Ozcan bi awayekî neheqî hatiye girtin û tê cezakirin. Çevîrmen diyar kir ku rêvebera ÎHD’ê Yildiz Bahçecî jî bi boneya têkoşîna mafê mirovan daye meşandin dij hiqûq hatiye girtin û xwest hevala wan bê berdan.    ‘DIVÊ JI BO REWŞA OCALAN AGAHÎ BIDIN’    Piştî Çevîrmen, Bardevka Jinan a HDP’ê Besîme Konca got ku şexsê Sîsê Bîngol de faşîzmê dispêrin hemû jinan. Konca ev tişt got: “Hikumetek ku dayikek 78 salî bêhiqûq girtibe ew ne hikumet e. Di şexsê dayika Sîsê de pêşeroja jiyan û jinan hedef digirin. Dema mirov li van hemû tiştan dinêre û agahiyên der barê rewşa Ocalan de ev hemû perçeyên konseptek topyekûn in. Pêwîste ji bo tecrîda ser Ocalan bê rakirin û ewlehiya canê wî raya giştî bê agahdarkirin.”