Nûçegîhanên Jinnewsê Eren û Erol hatin berdan 2017-10-23 13:38:09 ENQERE - Rojnameger û nûçegîhanên Jinnewsê Duygu Erol û Habibe Eren endama Meclîsa HDP'ê Yagmur Yurtsever hatin berdan. Di 20'ê Cotmehê de Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever û Selman Guzelyuz, Edîtora JINNEWS'ê  Sibel Yakler û nûçegîhanên JINNEWS'ê Duygu Erol û Habibe Eren hatibûn binçavkirin. Dîren Yurtsever, Sîbel Yakler û Selman Guleryuz pêr hatin berdan. Nûçegîhanên Jinnewsê Duygu Erol, Habibe Eren û Endama Meclîsa HDP'ê Yagmur Yurtsever ên di 20'ê Cotmehê de hatin binçavkirin jî îro sewqî dozgeriyê hatin kirin û li dozgeriyê hatin berdan. Rojnameger Habibe Eren û Endama HDP'ê Yagmur Yurtsever li dozgeriyê hatin berdan. Rojnameger Duygu Erol jî li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.