Bekîr Kaya: Dozger dê ji vî welatî bireve lê ez narevim 2018-09-21 12:46:16   WAN - Danişîna doza Hevşaredarê DBP'î yê Bajarê Mezin ê Wanê  Bekir Kaya li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir.  Di danişinê de dozger mutala xwend û got "Şika ku bireve heye". Li ser vê yekê Kaya parastin kir û got: "Dozger qala şika revê heye dike. Bila dozger zanibe ku dozger dê jî welatî bireve, lê ez ji vî welatî narevim."     7'emîn danişîna doza Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û xebatkarên şaredariyê Cuma Koyluoglu Çetin Çîftçî, Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryigit, Can Tayan û rêveberê MEYA-DER'ê Îdris Şaybak û Neriman Uyar li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dest pê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ji 8’ê mijdara 2016’an ve girtîne, danişîn doza wî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dest pê kir. Der barê Kaya û xebatkarên şaredariyê de bi îdîaya li dijî xalên meş û xwepêşandanan tev geriya ne, "Endamtiya rêxistinê û "Bi zanebûn û xwestin alîkarî daye rêxistin" doz hatibû vekirin. Kaya bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Sîlîvrî tev li danişînê bû. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Serpil Kemalbay, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak, Umît Dede û gelek kesên din tev li danişînê bû.    DOZGER CEZA XWEST    Dozger di danişînê de mutalaya ji 5 rûpelan pêk tê pêşkêşî dagehê kir. Dozger di mutaalayê de xwest Bekîr Kaya û Cuma Koyluoglu ji sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" û Çetin Çiftçi, Zelal Tanli, Mehmet Yalım Eryigît, Can Tayan, Îdris Şaybak û Neriman Uyar jî bi sucdariya "propaganda rêxistinê kirine" bên cezakirin. Piştî dozer mutala kir, Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, jî parastin kir. Kaya got: "Dozger di mutaalayê de qala şika revê dike. Lê bila dozger zanibe dozger dê ji welat bireve. Lê ez ji vî welatî narevim.    Piştî Kaya Parêzer û Serokê Baroya  Wanê Murat Timur parastin kir. Tîmur, diyar kir ku dadgeh û darizandinên we rahmetê li Dadgehên Ewlehiya Dewletê dixwîne û wiha got: "Tu aliyên van dozan tune ye. Em li vir hev nexapînin. Tu delîlên suc li van deran tune ye. Ji bo qeyûm tayînî şaredariyê bikin Bekir Kaya girtin. Wekî din tu wateya vê yekê tune ye. Em tahliyeya wan dixwazin. wekî din em tiştekî naxwazin."    Heyeta dadgehê jî piştî parastinê navber da. Heyetê piştî navberê biryar da ku Kaya bi girtî bê darizandin û doz taloqî 18'ê Cotmeha 2018'an kir.    Piştî danişînê rêveberên HDP'ê li pêş edliyeyê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku Kaya 2 salin neheq tê darizandin û wiha got: "Bekir Kaya şaredarê vî welati ye. Vîna gelê vî bajarî ye. Bekir Kaya xizmetên gelek mezin ji bo vî bajari kir. Tu aliyê hiqûqî yên van dozan tune ye. 23 salin tu delîlên sûc tune ye. Ev biryarek siyasî ye. Bi vê biryara siyasî dixwazin vîna gel bişkînin."    Piştre hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede jî daxuyanî da û wiha got: "Ev darizandin dê bibe deqa reş û li pelê dîrokê bikeve. Bekir Kaya ji ber pir ava kirine û xizmet ji mirovan re kiriye tê darizandin. Hemû îdîayên li dadgehê hatin kirin yek bi yek hatin rizandin. Çawa Bekir Kaya bajar terk nekir, Em jî rêhevalên wî em dê vî ajarî terk nekin. Em dê li vî bajarî têkoşina xwe berdewam bikin."