Zebta Keşfê: Firên û dîroksiyonê panzêrê saxlem in 2018-09-21 09:17:23 ŞIRNEX – Li Silopiyayê polîsan bi panzêrê ketin mala malbata Yildirim û pêl birayên hev Muhammet û Fûrkan Yildirim kiribû û ew kuştibûn. Di çarçoveya doza ku hat kirin de, di keşfa li cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku di dîreksiyon û frênê panzêrê de tu pirsgirêk tune ye. Dê pêzan çend roj şûn de raporeke berfireh amade bikin.  Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di 3'yê Gulana 2017'an de panzêra polîsan ketibû mala malbata Yildirim û di ketinê de birayên hev Muhammet (7) û Fûrkan Yildirim (6) di bin panzêrê de mabûn û miribûn. Paşê der barê bûyerê de doz hat kirin û di çarçoveya dozê de li cihê bûyerê keşf hat kirin û panzêr jî hat lêkolînkirin.    Di "Zebta Keşfkirinê" ya hat amadekirin de, ji bo panzêra ku herdu birayên Yildirim di bin de man û mirin, ev tişt hatin gotin: "Ji bo xebitandinê, rawestandin û çûyînê hin tespît hatin kirin. Dema wesayît dixebite di firênê wê de tu prisgirêk tune ne û dîroksiyonê wê jî bi rihetî manewrayê dike. Her wiha di dema rawestandinê de jî pêl milên wesayîtê yên vekirin-girtinê yên stopê hatine kirin, lê wesayît îstop nekiriye. Lê belê bi mudaxileyeke xarîcî hatiye îstopkirin. Dema wesayît di vê rewşê de be, li cihekî hevrazî vitês li valahiyê bê eyarkirin, pêl firên bê kirin wesayît disekine."    Dê pêzan di rojên pêş de der barê wesayîtê de û bûyerê de raporeke berfireh amade bike û tê payîn dê di danişîna 5'emîn a dozê de ku wê di 25'ê Cotmehê de pêk bê cih bigire.    ÇI BIBÛ?    Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, di 3'yê Gulana 2017'an de panzêra bi plakeya 73 A 0133 ketibû mala malbata Yildirimû di ketinê de pêl birayên hev Muhammet (7) û Fûrkan Yildirim (6) kiribû û ew kuştibûn. Piştî bûyerê ajovanê panzêrê Omer Yegît hatibû binçavkirin, paşê hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Şirnexê. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê ve hat qebûlkirin de, hat xwestin ajovanê panzêrê Omer Yegît û amîrê wî yê ku ew peywirdar kiriye Mûrat Maden de bi tawanbariya "ji ber bi awayekî qisûrdar bûne sedema gelek kesan" ji 2 salan heta 15 salan bên cezakirin.    POLÎSÊ AJOVAN ÎDIA KIRIBÛ KU FIRÊNÊ PANZÊRÊ NEDIXEBITÎN    Di rapora Pêzaniyê ya Trafîkê de ku di îdianameyê de cih digire, hatibû nivîsandin ku "sertîfîkaya ajotina wesayîtên bimotor" a ajovanê panzêrê Omer Yegît tune ye. Her wiha Yegît di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de îdia kiribû di dema bûyerê de her çend wî pêl firênê wesayîtê kiriye jî firên nexebitiye û wesayît nesekiniye.    MA / Gökhan Altay