Tevdîran li sînorê Hatayê zêde dikin, sewqiyata leşkerî didome 2018-09-21 09:16:39 HATAY - Sewqiyata TSK'ê ya wesayîtên leşkerî û personelên leşkerî yên ber bi sînorê Hatayê û Îdlibê ve didome û xeta sînor ji bo sivîlan hat girtin. Hat hînbûn ku hin komên ku lihevkirinê red dikin, çeperên xwe xurt kirine û niha di weziyeta êrîşkirinê de ne.  Piştî ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bo Îdlibê di warê pêkanîna "herêma bêçek" lihevkirinek çêbû, tê plankirin ku komên selefî heta 15'ê Cotmehê bi qasî 15-20 kîlometreyan bi paş ve vekişin. Lê belê xeta sînor a Hatayê ku piştî mudaxilekirina Efrînê bi awayekî zêde dihat kontrolkirin, di demên dawî de dîsa bû qada liv û tevgerîna leşkerî. Xeta sînor ku wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin, di rojên dwî de leşker zêde zêde bi awayekî dewriye digerin. Her wiha li ser sînor gelek wesayîtên leşkerî jî hatine bicihkirin û xeta sînor çapemenî jî di nav de ji hemû sivîlan re hatiye girtin.    SEWQIYAT ZÊDE BÛ    Li Reyhanli, Altinozu û Yayladagiyê li xeta sînor liv û tevgera leşkerî zêde bûye û ev yek ji bo şopandina çapemeniyê hatiye qedexekirin. Li Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê û gelek deverên din şopandina nûçeyan bi destûrê tê dayîn. TSK'ê hem li sînorê Îdlibê hem jî li bejahiya Îdlibê sewqiyata leşkerî zêde kir. Konvoyên ku ji TIR'ên barê wan obus û tank in ber bi Îdlibê ve diçin.    LI NAV BAJÊR LIV Û TEVGER    Li herêma Îdlibê ji bo 12 noqteyên çavdêriyê yên leşkerî hem hejmara wesayîtên zirxî tê zêdekirin hem jî hejmara leşkeran tê zêdekirin û tevî vê bi bilindahiya xwe 4 metro û bi giraniya xwe jî 12 ton, sewqiyata blokên betonî tê kirin. Tevî vê Wargeha Xwendekarên Keç a Sabanciyê ku hat valakirin bi blokên betonî hat dorpêçkirin û leşker lê hatin bicihkirin. Li gorî agahiyên çavakaniyên herêmî li Hatayê gelek avahî tahsîsî leşkeran hatiye kirin. Jixwe di demê dawî de li navenda bajêr bi awayekî aşkere liv û tevgera leşkeran dixuyê. Hat destnîşankirin ku jêrzemîna Nexweşxaneya Lêkolînê ya Hatayê ji bo tedawiya leşkeran hatiye cihêkirin. Tevî vê li navenda bajêr noqteyên kontrolê yên polîsan jî hatine zêdekirin.    KOM ÇEPERÊN XWE XURT DIKIN    Hat derpêşkirin ku TIR'ên ku di Deriyê Sînor ê Bab El Hawayê ku li hemberî Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ye derbas dibin, di bin navê alîkariya mirovî de malzemeyên lojîstîk sewqî komên çekdar dikin. Ji hêla çavkaniyên li herêmê jî hat pesendkirin ku li wî aliyê sînor komên selefî çeperên xwe hêzdar kirine û di weziyeta êrîşkirinê de ne. Her wiha hat ragiahndin ku ev komên çepern xwe xurt kirine dê lihevkirinê qebûl nekin. Tê diyarkirin ku Partiya Îslamî ya Turkîstanê (TÎP), naxwaze pergala xwe ya tanq, çek û roketan bide Tirkiyeyê û herêma bêçek jî qebûl nake. Hat diyarkirin ku dê ev rêxistin deverên wekî Cebel el Akrad ku li bakurê Lazkiyeyê ye û dê Cizr eş Şuxur a li Îdlibê neterikîne.    MA/ Hamdullah Kesen