Karkerên Flormarê: Ev berxwedan berxwedana çîna karkeran e 2018-09-21 09:15:45 STENBOL - Çalakiya 132 karkerên ji Fîrmaya Kozmetîkê ya Flormarê hatin avêtin di roja 130'yan de ye. Karkeran, bilêv kir ku dewlet alîgiriya kardêran dike û got: "Ev berxwedan berxwedana çîna karkeran e. Em ê li hember sermayedaran têk neçin."  Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê, 132 karkerên bi hinceta endamên sendîkayê ne ji Fîrmaya Kozmetîkê ya Flormarê hatin avêtin. Ji ber vê karker dest bi çalakiyê kirin û çalakiya wan di roja 130'yan de ye. Karker her roj saet ji 09:00'an heta 17:00'an li ber fabrîkayê rûdinên.    GULER: DOZA KEDA XWE YA 14 SALAN DIKIM    Karkera Flormarê Nûrhan Guler, diyar kir ku 14 salan ew di Flormarê de xebitye û 130 roj e li ber fabrîkayê doza keda xwe dike. Guler, destnîşan kir ku heta ku ew heqê keda xwe nestînin dê çalakiya wan dewam bike û got: "Dema me dest bi vê çalakiyê kir tenê ji bo em mafên xwe biparêzin me dest pê kir. Lê li vira em hînî parvekirinê û piştevaniyê jî bûn. Em tiştekî xerab nakin. Tenê doza keda xwe ya 14 salan û mafê zarokên xwe dikim."    TAŞTAN: EM Ê LI HEMBER SERMAYEDARAN TÊK NEÇIN'    Karkerê Flormarê Emrah Taştan jî, bi bîr xist ku xwediyên fabrîkayê hem li derve hem jî li hudnur tehde li wan kirine. taştan, bilêv kir ku ew doza tiştekî zêde nakin û got: "Me xwest em nanê xwe zêde bikin. Ev karkerên ku bi salan e sermayeyê li sermayeya sermayedarn zêde dikin, rojekê xwestin hema hindik be jî nanê xwe zêdetir bikin. Lê sermayedaran bi awayekî tund bersiva vê yekê da." Taştan, destnîşan kir ku ew ê li hember sermayedaran têk neçin û got: "Ev tenê ne berxwedana Flormarê ye. Niha karker li Balafirgeha 3'yan jî li ber xwe didin. Ev berxwedan berxwedana çîna karkeran e. Dema em bi ser biekvin tenê dê karkerên Flormerê bi ser nekvin, dê çîna karkeran hemû bi ser bikeve."    OCAKTAŞ: HETA EM HEQÊ XWE NESTÎNIN EM Ê LI BER XWE BIDIN    Karkera Flormarê Bîlge Ocaktaş jî, destnîşan kir ku heta ew heqê xwe bi dest nexin ew ê li ber xwe bidin û got: "Niha pêvajoya dadgehkirinê dest pê kiriye. Ew çiqas tev bigerin jî, em ê mafê xwe bi dest bixin. Me zêde ked daye vê fîrmayê. Xebîneta wê kedê. Wan tu carî heqê me neda me. Me çi qas doza zemê kiribê wan gotiye 'temam', lê nekirine. 14 salan li vira xebitîm. Tu kes wekî me bi vê fabrîkayê nizane" Ocaltaş, diyar kir ku li vira qîmeta karkeran tune ye û jib o boykotkirina berên Flormarê bang li herkesî kir.    DEMÎREL: BÊYÎ TÊKOŞÎN NABE   Karkerê Flormarê Bayram Demîrel jî, anî ziman ku gelek partiyên siyasî di dema hilbijartinê serdana wan kirine, lê belê piştî hilbijartinê kes ber bi wan ve nehatiye. Demîrel, bilêv kir ku 130 roj in ew di çalakiyê de ne û ji ber vê di warê maddî de ew tengijîne û got: "130 roj in pere nakeve bêrîka karkeran. Bi alîkariyên ji derdorê em debara xwe dikin. Em bi awayekî îdare dikin, lê têr nake. Di nav me de gelek jê zewicandî ne û zarokên wan hene. Dibistanên dewletê jî bûne wekî yên taybet. Mecbûriyeta kincan heye. Taximek kinc bûye 150 lîre. her tişt hat zemkirin. Ji ber ku em bi madeya 25/2 ji kar hatine avêtin nikarin li tu deverî jî bixebitin."   Demîrel, diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê tim bitêkoşin û got: "Ne dewlet ne jî patron tu tiştî andin karkeran. Divê akrker bitêkoşin. Bila bibin sendîkayî. Bila ji sendîkayîbûnê netirsin. Bêyî têkoşîn li vî welatî tu tişt jî pêk nayê. Êdî dewlet li gel kardêran cih digire. Înşelleh dê dev ji vê şaşiya xwe berdin. An jê dê berxwedana karkeran her biçe mezintir bibe û li etvahiya welat belav bibe."