'Rejîma yekzilamî daxwazeke biçûk jî tehemul nake' 2018-09-21 09:14:56 STENBOL – Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî girtina karkerên Balafirgeha 3’yan da û got: "Rejîma yekzilamî ji bo xwe biparêze, tehamulî daxwazeke biçûk a karkeran jî nake."  Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Parlementera HDP'ê Tulay hatîmogûlalri û Berdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepê Nacî Sonmez, bertek nîşanî girtina karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan dan.    HATÎMOGÛLALARI: WEHŞET E   Hatîmogûlalri, bilêv kir ku karker di şertên nebaş de tên xebitandin û got: "Daxwazên karkeran daxwazên mirovane bûn û ji bo van daxwazan çalakiyek li dar xistin. Jixwe daxwazên xwe bi destxeta xwe bi raya giştî re parve kirin. Ji ber gawikan nikarin rakevin. Xweşikî cihê wan ê razanê tune ye. Xwarina wan ne tu xwarin e. Heqdesta xwe jî xweşikî nastînin. Ma ev ne daxwazên mirovane ne." Hatîmogûllari, diyar kir ku binçavkirin û girtina karkeran wehşet e û bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Tirkiye bi krîzeke mezin a aborî re rû bi rû ye. Ev tê wateya rewşa krîza aborî. Rejîma yekzilamî ji bo xwe biparêze, tehamulî daxwazeke biçûk a karkeran jî nake."    GURKAN: ÊN SÛCDAR ÎKTÎDAR Û KARDÊR IN    Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî got: "Di sedsala 21'emîn de karker di van şert û mercan de dixebitin. Ev cihê şermê ye." Gurkan, bilêv kir ku AKP tim û tim kardêrên xwe, alîgirên xwe diparêze û got: "Li vir sûcdarên sereke kardêr û îktîdar in ku karkeran mehkûmî xebateke di van şert û mercan de dikin. Eger derdoreke divê bê darizandin hebe, ew jî derdora îktîdara siyasî ye." Gurkan, diyar kir ku şert û emrcên xebatê yên Balafirgeha 3'yan nîşan dide ku îktîdara AKP'ê ji bo xebatê tiştek çawa plan kiriye û ew girtina 24 karkeran şermezar dikin.    SONMEZ: QIRKIRINA SEDSALA 21'Ê    Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çepê Nacî Sonmez jî got: "Girtina karkeran qirkirina sedsala 21'ê ye. Îktîdara ku êrîşî çalakiya rewa ya Dayikên Şemiyê dike, bi heman rê û rêbazê êrîşî ya karkeran jî kir. Êdî dadgeh jî li gorî îktîdara siyasî biryaran didin. Beriya her tiştî em vê biryarê şermezar dikin. Lê êdî şermezarkirin tenêt êr nake, divê herkes li hemberî vê îktîdara siyasî mafên xwe yên rewa bi kar bîne. Em ê jî li hemberî vê tim û tim bitêkoşin."   MA / Bilal Seçkin