‘Li Girtîgeha Tarsûsê ava tuwaletê tev li xwarina girtiyan dikin' 2018-09-21 09:14:35   EDENE - Nûnerê Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Çûkûrovayê Ahmet Ogûz got: "Li Tarsûsê gardiyan ava tuwaletê dixin nav xwarina girtiyan. Gardiyanên ku vê yekê dikin ji girtiyan re gotine 'An hûn ê vê xwarinê bixwin an jî keratiyê. Jixwe hûn ê hemû bimirin bicehimin.'"    Nûnerê Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Çûkûrovayê Ahmet Ogûz, diyar kir ku li Girtîgeha Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê girtî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ne. Ogûz, biêv kir ku der barê van binpêkirinên mafan de malbatên 50 girtiyî xwe gihandine wan.    ‘LI ODEYA BI SÎNGER ÎŞKENCE'    Ogûz, destnîşan kir ku herî zêde îşkence û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê heye û got: "Malbata Remzî Akyurekê di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de hin tiştên ecêb ragihandin. Li gorî agahiyên bi dest me ketin, ava tuwaletê tev li xwarina girtiyan dikin. Gardiyanên ku vê yekê dikin ji girtiyan re gotine 'An hûn ê vê xwarinê bixwin an jî keratiyê. Jixwe hûn ê hemû bimirin bicehimin.' Girtiyên li dijî vê yekê dertên jî dibin odeyên bi sînger û tên îşkencekirin û ji wir jî wan dibin dixin hucreyan. Bi mehan cezayên dîsîplînê li girtiyan tê birîn." Ogûz, diyar kir ku gardiyan tim îşkenceyê li girtiyan dikin û dema girtî li dijî vê dertên wan bi erdê ve dikişînin dixin hucreyan û cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.    5 GIRTÎ 26 MEH IN DI HUCREYÊ DE NE    Ogûz, bilêv kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, ji ber di dema hevdîtina vekirî de derketina ji bo hevdîtinê ya bi DAIŞ'iyan li wan hatiye ferzkirin û ev yek qebûl nekirine, 6 meh in dernakevin hevdîtinê û got: "Îdareya girtîgehê dixwaze provakasyonê di navbera girtî û malnbatan de derxîne."    Ogûz, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê, ji ber qawîşên siyasî tune ne demeke dirêj e girtî di hucreyê de ne. Ogûz, destnîşan kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Eregliyê Faîk Bûdak û 4 girtiyên din 26 meh din ducreym de ne û got: "Sedema vê jî ev e; îdareya girtîgehê dibêje 'an hûn ê têkevin nav ên serbixwe an jî hûn ê di hucreyê de bimînin.'"    ‘ÎŞKENCE BI ÎMARLIYÊ DEST PÊ KIR'    Ogûz, diyar kir ku sedema van ferzkirinên der mirovane ên li girtîgehan tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Piiştî tecrîdkirina li Îmraliyê ev pêkanînên sîstematîk li hemû girtîgehan dest pê kirin. Me berê jîg otibû dê ev yek li derve jî belav bibe. Kolekirin tê belavkirin. Têkildarî van pêkanînan nêzî 50 malbat serî li me dan. Heta tecrîda li Îmraliyê bidawî nebe dê ev îşskenceyên sîstematîk bidomin."    Ogûz, bang li raya giştî kir ku ji bo vê yek bi hestiyarî tev bigere.