'Divê em van qewimînan bi hunerê û stranan bidin der' 2018-09-21 09:13:56 COLEMÊRG - Di dema qedexeya derketina derve ya li Geverê de, Ronahî Tuner li ber mala xwe ya hatibû rûxandin zêmar dilorand û raya giştî ew bi wê zêmarên wê nas kirin. Tuner, bilêv kir ku ew dixwaze hemû tiştên hatine serê wan bi stranan bibêje.  Li Gevera Colemêrgê, di dema qedexeya derketina kolanan a di 13'ê Adara 2016'an de hat îlankirin, li ber mala xwe ya li gundê Maxsûdava ku di dema qedexeyê de hat rûxandin strana "Can da" got û raya giştî ew bi vê stranê nas kir, niha jî ew birînên ku hîn jî necebirîne bi dike stran. Tuner, bi bîr xist ku belaheq û belasebeb li gundê wan bi sedan mal hatin rûxandin.    ‘WEXTA EM VEGERIYAN TIŞTEK NEMABÛ'    Tuner, bilêv kir zêdetirî 2 sal in ew di xaniyê bi kirê de ye û got: "Di dema qedexekirinê de em li gund bûn. Gundê me li dawiya taxa Cumhûriyet û Gongorê ye. Piştî ev tax hatin rûxandin, berê xwe dan gundê me. Gotin piştî lêgerînê hûn ê karibin vegerin gunê xwe. Hema bêje wê çaxê piraniya gundiyan ji gund derketin. Lê belê dema em careke din vegeriyan gund, tu tişt nema bû. Gundê me hatibû rûxandin û şewitandin."    Tuner, bi bîr xist ku wê li ber mala xwe ya hat rûxandin û şewitandin strana "Can da" gotibû û got: "Waraê zarokatiya me hat rûxandin û şewitandin. Tenê semawerê me saxlem mabû û me jî têde çat çêdikir û dida mêvana. Wê kêliyê tekane tişta ku min dikaribû pê sebra xwe bîne stranên kurdî bû. Min xwest ew êş û azarên em me kişandin bi stranan vebêjim." Her wiha Tuner bang li jinan kir ku kurdî hînî zarokên xwe bikin û got: "Ji mêj ve ye kurd êş û azarên xwe, kêfxweşiyên xwe bi stranan dibêjin. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em li her derî hunera kurdî îcra bikin."    Tuner, bilêv kir ku ew hestên xwe, fikrên xwe bi stranan dide der û got: "Em ê tiştên hatine serê me bi stranan bidin der, çimkî gelê kurd gelek tişt dîtine û gelek tişt hatine serê kurdan. Divê mirov van qewmînan bi stranan bibêje, bi hunerê bide der. Heta ji min bê ez ê bikim. Çi hatibe serê me ez ê wan li stranan bar bikim û bibêjim."    MA / Fethi Balaman