ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-21 09:00:08 * Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a “Kriz tune. Hemû manipulasyon/derew e” dan û wiha gotin: "Ji ber zemê her roj zêde dibin em nikain pişta xwe rast bikin. Em nêvî têr û birçî dijîn. Hûn dibêjin em di heman keştiyê de ne. Lê heqê rêya me ya dolmîşê tune. Em çawa di heman keştiyê de ne."    * Nûnerê Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Çûkûrovayê Ahmet Ogûz got: "Li Tarsûsê gardiyan ava tuwaletê dixin nav xwarina girtiyan. Gardiyanên ku vê yekê dikin ji girtiyan re gotine 'An hûn ê vê xwarinê bixwin an jî keratiyê. Jixwe hûn ê hemû bimirin bicehimin.'"    * Parelementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî girtiyan karkerên Balafirgeha 3’yan da û got: "Rejîma yekzilamî ji bo xwe biparêze, tehamulî daxwazeke biçûk a karkeran jî nake."    * Nûnerê Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Çûkûrovayê Ahmet Ogûz got: "Li Tarsûsê gardiyan ava tuwaletê dixin nav xwarina girtiyan. Gardiyanên ku vê yekê dikin ji girtiyan re gotine 'An hûn ê vê xwarinê bixwin an jî keratiyê. Jixwe hûn ê hemû bimirin bicehimin.'"    * Çalakiya 132 karkerên ji Fîrmaya Kozmetîkê ya Flormarê hatin avêtin di roja 130'yan de ye. Karkeran, bilêv kir ku dewlet alîgiriya kardêran dike û got: "Ev berxwedan berxwedana çîna karkeran e. Em ê li hember sermayedaran têk neçin."    * Girtiyê nexweş vefa Kartal 78 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye. Birayê wî Ûmût Kartal xwest birayê wî bê tedawîkirin û got: "Divê darbesteke din jî ji girtîgehê dernekeve."    * Sewqiyata TSK'ê ya wesayîtên leşkerî û personelên leşkerî yên ber bi sînorê Hatayê û Îdlibê ve didome û xeta sînor ji bo sivîlan hat girtin. Hat hînbûn ku hin komên ku lihevkirinê red dikin, çeperên xwe xurt kirine û niha di weziyeta êrîşkirinê de ne.    * Li Silopiyayê panzera polîsan ketibû mala malbata Yildirim û di dema ketinê de pêl birayên hev Muhammet û Fûrkan Yildirim kiribû û ew kuştibûn. Di çarçoveya doza ku hat kirin de, di keşfa li cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku di dîreksiyon û frênê panzêrê de tu pirsgirêk tune ye. Dê pêzan çend roj şûn de raporeke berfireh amade bikin.    * Şêniyên gundê Kersanê yê Pirsûsê, diyar kirin ku ji ber li gundê wan 98 deng ji bo HDP'ê derketine, rêya gund û qenalîzasyonên wê nayên çêkirin. Keyayê gund Ferîdûn Ceyran, diyar kir ku rayedarên Şaredariya Mezin a Rihayê jê re gotine: "We dengê xwe daye HDP'ê. Nexwe bila HDP were û rêya we çêbike."   *7’emîn danişîna Hevseroka navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya  di 13’ê Çileya 2017’an de hat binçavkirin û girtin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)   *7’emîn danişîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya dê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Wanê bê dîtin. (11.00)   *Parêzer, dê ji bo bûyerên li Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê hatin jiyîn, pêvajoya binçavkirin û girtina karkeran, dê li Navenda Baroya Stajan a Taksîmê civîna çapmeniyê pêk bînin.  (11.30)   *2’yemîn danişîna darizandina polîsên binavê Alî Koçak û Ahmet Oguz Davarci yên têlikiya wan bi qetilkirina 33 ciwanên li Pirsûsê re heyîn, dê li Dadgeha Cezayê Eslî bê dîtin. (14.00)   * 3'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ê ji ber ku bertek nîşanî operasyona TSK û OSO’yê ya li dijî Efrînê dabû û fealiyetên partiya siyasî, dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (11.10)