18 kes li Îdirê bi şika Şarbonê rakirin nexweşxaneyê 2018-09-21 08:35:27 ÎDIR - Li Gundê Nehîrkiran ê navçeya Tozan a Îdirê 18 kes bi şika nexweşiya Şarbonê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.    Li gundê Nehirkiran ê navçeya Tozan a Îdirê 18 welatî bi şika nexweşiya şarbonê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Piştî welatî şevê din hatin nexweşxaneyê gund xistin bin karantînayê. Welatiyên ku çûn nexweşxaneyê ji ber ku li nexweşxaneyê odeyên li gorî karantina tune bûn, welatî dîsa şandin malê. Hat fêrbûn ku ji 18 kesan xwestine ku hefteyek şûnde dîsa biçin testa xwînê bikin.