Rojnamegerê Avusturyali Max Zirngast li Tirkiye hat girtin 2018-09-21 08:10:59   ENQERE - Rojnamegerê Avusturyayî Max Zirngast ku di 11'ê Îlonê de li Enqere hatibû binçavkirin li gel Mithatcan Turetken û Hatice Koz hatin girtin.    Rojnamegerê Avustruryayî Max Zirngast ku di 11'ê Îlonê de li gel Hatice Koz, Burcu Pekdemir û Mithatcan Turetken hatin binçavkirin, piştî 10 rojan sewqî dozgeriya komarê ya Enqereyê kirin. Dozger bi daxwaza girtinê 4 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê kirin. Heyat dadgehê jî piştî li Îfadeya 4 kesan guhdar kir, ji 4 kesan Koz, Turetken û Rojnameger Zirngast girtin. Burcu Pakdemîr jî serbest berdan.