Piştî Enîs Berberoglu hat berdan dê ji bo Leyla Guven serlêdan bikin 2018-09-20 22:46:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Parlamenterê CHP'ê û Rojnameger Enis Berberoglu, serbest hat berdan, parêzerên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dê sibê serî li Dadgeha Bilind bidin.    Dadgeha Bilind ji bo Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu yê di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de ceza lê hat birîn, biryara berdanê da. Dadgeha Bilind, bi hinceta Berberoglu ji Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Stenbolê dîmenên TIR’ên MÎT’ê ji bo Can Durdar birine, 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê erê kir. Lê Dadgeha Bilind, biyara heya parlamenteriya Berberoglu bi dawî bibe, cezayê wî bê taloqkirin da. Piştî biryarê Berberoglu saet di 19.15'an de ji Girtigeha Maltepe derket. Berberoglu li ber girtîgehê axivî û got: "Ev pêvajoyeke ku divê Tirkiye biryarê bide. Piştî Berberoglu, çav zîvirîn ser parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven. Parêzerên Guven dê sibê ji bo Leyla Guven serî li dadgeha bilind bikin.