Malbatên Roboskiyê biryara DMME’ê şermezar kirin 2018-09-20 20:13:24   ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 351’an de berdewam kirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan û gotin: “Ev doz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê mezintir e.”   Balafirên şer ên TSK'ê di 28'ê kanuna 2011'an de li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê li ser welatiyan bombe barandin û 34 welatî ku 19 jê zarok bûn qetil kirin. Malbatên 34 kesan di hefteya 351’emîn a edaletê de li Goristana Roboskiyê kom bûn. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da. Encu diyar kir ku ji bo darizandina kujeran ew her hefte bang dikin û wiha got: “Ji bo kujer werin cezakirin, me li her derî da.” Encu nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê da. Encu got ku, “Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê wekî ya dadgeha herêmî ye. Têkoşîn û doza Roboskiyê ji DMME’yê mezintir e. Heta ku kujer werin darizandin û cezakirin, ew ê têkoşîna me bidome.”