Şopdarên Apê Musa: Generalên Apê Musa berxwedana Îmraliyê dinivîsin 2018-09-20 19:11:35   MÊRDÎN - Komek xebatkarên çapemeniya azad, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civaka demokratîk Rewşenbirê kurd Musa Anter, di 26'emîn salvegera kuştina wî de ew li ser gora wî bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay, diyar kir ku generalên Apê Musa îro berxwedana Îmraliyê dinivîsin. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan  jî diyar kir ku dê kevneşopî û rêça Apê Musa berdewam bikin.      Xebatkarên çapemeniya azad, parlamenterên HDP'ê, endam û rêveberên HDP, DBP, KCD, Komeleya 78'an û rêxistinên demokratîk bi armanca Musa Anter ê di 20'ê Îlona 1992'an de li Seyrantepe ya Amedê hat qetilkirin bibîr bînin, hatin gundê Sitilîlê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û gora Apê Musa ziyaret kirin. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) amade bûn. Komê li ser gorê dua xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar diyar kir ku Musa Anter ji bo gelê kurd şexsek gelek girîng e û wiha got: "Ew çinara kurdan bû." Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Engîn Turkek jî diyar kir ku Musa Anter ji bo gelê kurd û Kurdistanê çinarek bû. Turker, anî ziman ku bi nivîs û helbestê xwe kedek mezin da.    GENERALÊN APÊ MÛSA BERXWEDANA ÎMRALÎ DINIVÎSIN   Di bernameya bîranînê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî diyar kir ku ew dê tekoşina wan mezintir bikin û bêtir nêzî heqîqetê bibin û wiha got: "Têkoşîn û lêgerîna me ya heqîqetê ku di rêça wan de didome dê mezintir bibe. Têkoşîna Apê Musa û lêgerîna wî ya heqîqetê bû kevneşopiyek Li pey xwe şopir hişt. Generalên Apê Musa îro berxwedana Îmraliyê dinivîsin. Têkoşîna Îbrahim Ayhan dinivîsin. Îro berxwedana Dersîm, Munzur, Sûr, Cizîr, û berxwedana Îmraliyê dinivîsin."    ‘EM DÊ ŞOPDARÊ DOZA WÎ BIN'   Berdevkê ÎRA Hakki Boltan jî diyar kir ku diyar kir ku ew dê şop û têkoşina Apê Musa berdewam bikin û wiha gto: "Îro şopandina di rêya Apê Musa dimeşin hêj rastî zexwt û zordariyan tên. Îro hêj 175 rojnameger girtî ne. Ji ber ku rêça wî dişopînin tên girtin. Me xwest li Amedê bibîr bînin, lê em rastî zextan hatin. Ew ji kevneşopiya Apê Musa ditirsin. Em dê kevneşopiya Apê Musa berdewam bikin.    JI QURNEFILAN TIRSIYAN   Kurê Anter Anter jî diyar kir ku pir ji wan ditirsin û wiha got: "Min dît ku çiqas ji me ditirsin. Ji wêne u qurnefilan tirsiyan. Min carek din dît ku em pir bi hêz in.