KCD’ê ji bo Îbrahîm Ayhan peyama sersaxiyê da 2018-09-20 15:51:10   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Îbrahîm Ayhanê HDP’î yê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand û got: “Sekna wî ya têkoşînê, biryardariya wî, girêdana wî ya bi gel re, baweriya wî ya demokrasiyê, kesayetiya wî ya bi nirx û têkoşer dê tim rêya rast nîşanî me bide.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo siyasetmedarê kurd Îbrahim Ayhan ku serdemekê parlamenteriya BDP û 2 serdeman jî parlamenteriya HDP'ê ya Rihayê kir, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin.    KCD’ê di peya weşand de wiha got:    “Wefata rêhevalê me Îbrahîm Ayhan, ji bo siyasetya demokratîk û gelê me windabûnek mezine. Sekna wî ya têkoşînê, biryardariya wî, girêdana wî ya bi gel re, baweriya wî ya demokrasiyê, kesayetiya wî ya bi nirx û têkoşer dê tim rêya rast nîşanî me bide.   Em bi van hestan, di şexsê gelê Riha de, dibêjin serê hemû gelê me, malbata wî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sax be. Xwedê rehma xwe li wekîlê me, rêhevalê me û hevalê me Birêz Îbrahîm Ayhan bike û cihê wî cinneta baqî be.”